Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde: Heta ku leşkerê dawîn ên dijmin ji axên Xezzeyê neyê derxistin wê berxwedan bidome

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde: Heta ku leşkerê dawîn ên dijmin ji axên Xezzeyê neyê derxistin wê berxwedan bidome

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, di qeyda deng ya ku nû hatibû parvekirin de weha got, “Berxwedana me ew ê li hember êrîşên sîyonîstan û îşxalê, heta ku leşkerê dawîn ên dijmin ji axên Xezzeyê neyê derxistin wê bidome.”

Ebû Ubeyde destnîşan kir ku operasyona Tofana Eqsayê rûyê dinyayê veguherand û ew ê vê guhertinê jî bidomîne, dûre Ubeyde weha got, “Tofana Eqsayê, dawîya îşxala herî dawîn a dewra modernê temsîl dike bîne û ew ê cîhê vê hereketê jî di dîroka gelê me de cîhekî cuda be.”

Ebû Ubeyde weha got, “Micahîdên me di sefên dijmin de ji dijmin re zayîatên giran dan û endamên wan jî xistin nav kemînên hessas. Dîmenên ku me heta niha perve kirîye hêj parçeyekî berxwedanê ye û em hinek dîmenan jî ji ber ewlehîyê parve nakin û me qerar girtîye ku wê paşê bên parvekirin.”

Ebû Ubeyde destnîşan kir ku micahîdên Qessam bi yekîneyên hêzên berxwedanê ên dinê re operasyonên gelek mezin li dar dixin û weha got, “Micahîdên me yên ku di hemû cîhên xwe yên wezîfeyê de ne, bi çekên munasîp û taktîkan pevçûnan didomînin.”

Ubeyde, “Berxwedana me ya ku li dijî êrîşên sîyonîstan û îşxalê tê dayîn, ew ê heta derketina leşkerên îşxalê a ji axên Xezzeyê bidome. Micahîdên me di beşên cuda ya herbê de daîma hazir û nazir in.”

Ebû Ubeyde, derheqê êsîrên dijmin ên ku di destê wan de ne de jî peyaman da.

Berdevêkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, “Êsîrên dijmin di nav rewşên xerab de dijîn û micadeleya jîyanê didin, em jî ji bona canê wan ew diparêzin. Artêşa dijmin bi qestî êsîran kuşt û birîndar kir. Ji bo êsîran wext wek avê diçe.”

Berdevkê Tûgayên Qessam diyar kir ew ji bona menfeata xelkê Xezzeyê bi mehan e wan êsîran diparêzin û ji bona ku li wan binhêrin xebatekî mezin nîşan didin û hêna jî wan xebatên xwe didomînin.

Ubeyde di dawîya axavtina xwe de weha got, “Di navbera êsîrên dijmin de zayîat gelek zêde bûye. Derheqê talûkeyên ku êsîrên dijmin dûçar dibin de me gelek caran wan hişyar kiribûn lê serokatîya dijmin nexwest ku van talûkeyan bibînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.