Çêkirina dimsa tûyan a ku kahniya şifayê ye

Çêkirina dimsa tûyan a ku kahniya şifayê ye

Li gund û gundikên Çewlîgê dest bi çêkirina dimsa tûyan hat kirin.

Li Çewlîgê dest bi çêkirina dimsa tûyan a ku li gelek deran tê çêkirin û di nav xwe de gelek vîtamînan dihewîne hat kirin.

Dimsa tûyan a ku dema rojê kefçiyek jê bê vexwarin  pêdiviya rojane ya ji sedî 20an a hesinê, ji sedî 17an kalsîyumê û ji sedî 17,5an potasyumê tedarik dike, weke her sal tê çêkirin îsal jî li gund û gundikên Çewlîgê dest bi çêkirina wê hat kirin.

Tûwên reş û spî yên  ku exlebê li cihên bi tav mezin dibin piştî karên bi zor û zehmet dibin dims. Ji bilî dimsê gundiyên ku dixwazin li gor dilê xwe  bastîk û beniyê  çêdikin  an jî wan ziwa dikin û wan ji bo zivistanê dihêlînin.

Beyaz Kanata ku li Solaxana Çewlîgê  dijî  her sal piştî berhevkirina tûyan hewil dide bi sed zehmetî dimsa tûyan çêbike.

Kanata ku dimsa tûyan çêdike qonaxên çêkirina dimsa tûyan ji ÎLKHAyê re wisa qal kir: “ Kesekî ku derdikeve serê dara tûwê, darê bi şikleke jidayî dihejîne da ku tûwên li serê darê dakevin li ser naylona binê darê. Em wan tûwên ku hatine berhevkirin dixin qazanan û agir bin wan de pê dixin. Piştî ku kel hat tûyan em wan dixin nava kîsekî û ava wan jê digrin. Ew ava tûyan a ku ji tûyan hatiye girtin, cardin di qazanan de hêdî hêdî tên kelandin heta ku dibin dims. Piştî ku ew ava tûyan bû dims, em wê li parzûnê dikin  û vala dikin ser tepsiyan û ji bo tam bibe dimseke baş nêzî mehekê di bin tavê de didin sekinandin. Dû re em dîsa wê dimsê li parzûnê dikin û piştî ku demekê behna xwe berda re mirov dikare wê dimsê bixwe.”

Li gor agahiyên ku zanyar û pîsporan ragihandine dimsa tûyan  ji bo nexweşiyên mîdê, astim, bronşît, serma û hwd gelek baş e û çavkaniya sihet û şifayê ye.(ÎLKHA)
































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.