Dayikapitika 25 rojî hat xistin girtîgehê

Dayikapitika 25 rojî hat xistin girtîgehê

Omer Faruq Gergerîogluyê Parlementerê Kocaelî destnîşan kir dayika pitika 25 rojî hat xistin girtîgehê ku ev yek bi binpêkirina makeqanûnê hat kirin.

Parlementerê Kocaelî Omer Faruq Gergerîoglu li meclîsê derbarê pîrekên ducanî yên di girtîgehê de û pîrekên ku zarok nû anîne dinyayê û di  girtîgehê de tên girtin de daxuyanî da.

Gergerîoglu di daxuyanîya xwe de diyar kir di girtîgehan de 72 dayik hene ku 35ên wan ducanî ne û 37ên wan jî heta 6 mehan zarokên xwe şîr didin e. Gergerîoglu diyar kir ev yek li dijî maddeya 16/4emîn a qanûna bi hejmara 5275 e ku ev yek tê wateya binpêkirina qanûnan.

 “Ev yek bûyereke siyasî nîne”

Gergerîoglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir berî vê 2 rojan dayikeke ku ev bû 25 roj zarok anîye dinyayê hatiye xistin hepsê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Destê xwe deynin li ser wijdanê xwe . Pîreka ku hêj nû zarok anî dinyayê hat girtin. Ev kes çi kir ku hat girtin. Girtina vê pîrekê  ne li gorî qanûnan e. Wekî din  heke hûn ê vê pîrekê bidarizînin hûn dikarin bi şêwazine din bi şikleke serbest jî dikarin bidarizînin. Mêze bikin ev yek ne bûyereke siyasî ye. Dibû ku ev xanim pîrek an jî xuşka we bi xwe bana.Niha AK Partî zilmê li 72 dayik û pitikên wan dike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.