Demîrê Parlementerê HUDA PARê: Gerek sehaya hewayî û peravên avê ya Tirkîyeyê ji rejîma îşxal re bê girtin

Demîrê Parlementerê HUDA PARê: Gerek sehaya hewayî û peravên avê ya Tirkîyeyê ji rejîma îşxal re bê girtin

Şahzade Demîrê Sekreterê Giştî û Parlementerê Entabê yê HUDA PARê, got ku, “Qerara Tirkiyê ya li ser sînordarkirina bazirganiya bi rejîma îşxalker a siyonîst re divê tenê bi hin berheman re sînordar nebe; Divê bêyî feqet û îstîsnayan bê pêkanîn.

Şahzade Demîrê Sekreterê Giştî û Parlementerê Entabê yê HUDA PARê li Meclîsê di civîna çapemeniyê de di heqê jenosîda ku li Xezzeyê berdewam e daxuyanî da û bang li hikûmetê kir.

Demîr di daxuyaniyê de got ku, “Li hember vê metirsiya hevpar a li ser mirovahiyê, divê hemû welatên ku xwedî li mirovahiyê, aştî û edaletê derdikevin, li dijî tehdîda siyonîst a cîhanê cepheyeke hevpar ava bikin. Ji bo mexlûbbûna rejîma sîyonîst û piştgirên wê di vî şerê dijî mirovahiyê û Îslamê de çi pêwîst be divê bê kirin. Amerîka û hevalbendên wê ku li hember rejîma siyonîst ku 35 hezar kes ji wan zêdetirî 16 hezar zarok qetil kirin, tu bertek nîşan nedan, belkî berovajî vê, bi piştgirîya eşkere beşdarî tawana jenosîdê bûn; şermezarkirina wan ji kiryara hemberîdana rewa ya Îranê piştrastkirina hevkarîya wan e.”

“Divê avakirina Dewleta Filistînê bibe armanca hevpar û rojeva sereke ya her kesê ku piştgiriyê dide edaletê”

Demîr destnîşan kir ku divê avakirina dewleteke Filistînê ya serbixwe û serwer a ku paytexta wê Quds e, bibe armanca hevpar û rojeva sereke ya her kesê ku piştgiriyê dide edaletê û gotinên xwe wisa domand; "Ji aliyê din vetoya Amerîkayê ya li ser pêşnûmeya biryara endamtiya giştî ya Filistînê di NYê de di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de derxist holê ku gotinên Amerîkayê yên bi navê çareseriya du dewletî ji xeynî durûtî ne tiştekî din e. Ev rewş îsbat kir ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî erka xwe ya parastina aştiya cîhanî bi tevahî winda kiriye."

“Divê ordûgehên Amerîka û NATOyê yên ku xizmetî ewlehiya îşxalkerê sîyonîstan dike bên girtin”

Demîrê ku ji bo meseleya Xezzeyê bangî hikûmetê kir got ku, “Em bi wesîleyê bang kirina xwe ya li hikûmetê dubare dikin. Qerara Tirkiyê ya li ser sînordarkirina bazirganiya bi rejîma îşxalker a siyonîst re divê tenê bi hin berheman re sînordar nebe; divê bêyî feqet û îstîsnayan bê pêkanîn. Gerek sehaya hewayî û peravên avê ya Tirkîyeyê ji rejîma îşxal re bê girtin. Her wiha dibe ordûgehên Amerîka û NATOyê yên ku xizmetî ewlehiya îşxalkerê sîyonîstan dike bên girtin.”

“Li dijî terora kûçikên beradayî wê kengî tedbîr bê stendin?”

Demîrê ku di heqê mijara pirsgirêka kûçikên beradayî ku her roj weqayên nû tên bihîstin de got ku, “Li welatê me pirsgirêka kûçikên beradayî her ku diçe zêde dibe. Çend roj berê li Edeneyê erebeyek li Sumeyye Tekî ku ji kûçikên beradayî direvîya xist û bû sedema giran birîndarbûna wê. Em her tim vê mijara ku bi salane li ber me ye anî rojevê. Ti car ji bo vê mijarê gavek nehat avêtin. Raya giştî meraq dike, astenga li ber top kirina wan kûçikan çi ye? Divê ev pirsgirêka ku piraniya civakê pê diêşe, di zûtirîn dem de li ser bingehên qanûnî bê çareserkirin û kolan guncav û ewledar bibin.

“Divê pêkanîna nefeqeya bê dem êdî bê sekindandin”

Demîrê ku di daxuyaniya xwe de behsa mexduriyetên nefeqeya bê dem in kir got ku, “Zilma nefeqeya bê dem hê jî berdewam e. Digel ku nefeqeya bê dawî rê li ber zewaca hevjînên berdayî û avakirina malbatê digire, saziya malbatê jî zirareke mezin dibîne. Dema ku nefeqeya bêdawî ciwanan ji zewacê dûr dixe, li şûna zewacên rewa hevkariyên nezewicî ferz dike û derbeyên mezin li saziya zewacê dixe. Li Tirkîyeyê ji 25 hezaran zêdetir zilam ji ber ku nikarîbûn nefeqeya bê dem bidin ketin girtîgehê û derketine. Divê pêkanîna nefeqeya bê dem êdî bê sekindandin.

“Di dema ku gelê me ji bo debara jiyana xwe têdikoşe, israra di şaredariya şoven de bê exlaqî ye"

Di dawiyê de Demîr li ser luks û şatafatên li şaredariyan ku piştî hilbijartinên herêmî careke din hatin rojevê nirxandin kir û got, "Piştî hilbijartinan, rojeva Tirkiyeyê deynên şaredariyan e û luks û şatafata li şaredariyan e! Çima evqas deyn didin şaredariyan? Ma qeyûm bi heqê wê û bi şiklekî kamil nayên kontrolkirin? Ger werê be, ev çawa û çima tên kirin. Dema ku gelê me bi zehmetî debara xwe dike, li şûna şaredariya civakî şaredarîya şatafatê bê îsrarir in, ji vê ya re tenê ravekirinek heye: Nebûna exlaqê.

Em wek HUDA PAR bi feraseteke ku mal û milkê kamûyê wek milkê sêwî dihesibînin xizmetê didin. Ez Şaredarê me yê Êlih/Kayapinarê Samir Özhanê ku yek ji şaredariyên kêmendam û bê deyn e û hemû şaredarên ku dest nedin pereyên bêhiqûqî pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.