Di Behra Marmarayê de keştîya kargoyê bin av bû

Di Behra Marmarayê de keştîya kargoyê bin av bû

Di Behra Marmarayê de, keştîyekî kargoyê li alîyê başûrê Girava Îmralîyê bin av bû. Ji bo 6 mirettebatên di nav keştîyê de xebat hat destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku li herêmê qama pêlan 3 metreyî derbas dibe.

Di daxuyanîya ku ji teref Ewlehîya Giştî yê Ewlehîya Peravê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji bona keştîya bi navê "BATUHAN A" ya ku 69 metre ye û li başûrê Girava Îmralîyê bin av bû botên bi lez ên KEGM-6 û KIYEM-4 ku aîdê Midurtîya Giştî ya Ewlehîya Peravê ya Wezarata Binesazî û Ragihandinê ne bi lez û bez ji cîhê bûyerê re hatin sewqkirin.”

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Binesazî û Ragihandinê ve hat belavkirin de jî hat destnîşankirin ku ew di seat 06.32yan de ji keştîya Batuhan A ku 69 metre dirêjahîya wî heye û 6 mirettebatên wî hene sînyala rewşa lezgîn girtine.

Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin:

“Ji herêmê re bi lez û bez unsûrên hewa yên behr KEGM û Fermandarîya Ewlehîya Sehlê hatin sewqkirin. Ji keştîyên herêmê re bi navbeynkarîya Radyoya Tirk bang hatin kirin.

Di seat 07.12an de ji keştîya Batuhan Ayê sînyal qut bûye.

Ji ber ku keştîya Batuhan A ji bangan re bersivê nikare bide, li gorî benda (c) ya Bireveberîya Xelaskirina Lêgerînê “Sefheya Talûkeyê” hatîye îlankirin.

Derheqê Keştîya Batihan Ayê de agahîyên rewşa dawîn: Botên TCSG 25, TCSG 85, TCSG 313 yên ku ji herêmê re hatine sewqkirin xebatên xwe yên lêgerînê didomînin. Helîkopter jî ji ber rewşa hewayê nikare rabe. Di encama xebatên ku heta niha hatine kirin de kelekekî can bi vala hat dîtin.”

Keştîya Batuhan Ayê doh di seat 20.00an de ji Gemlîka Girava Marmarayê barê xwe girtîye û birê ketîye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.