Ensarullah: Me heta niha 34 keştîyan hedef girt

Ensarullah: Me heta niha 34 keştîyan hedef girt

Berdevkê hikumeta Ensarullahê Yemenê Seyfullah El-Şamî, diyar kir ku ji destpêka operasyona Tofana Eqsayê vir ve ew 34 keştîyên Emrîqa, Îngilistan û rejîma îşxalê hedef girtine.

Tîfaqa şer yê ku bi pêşengîya Emrîqa û Îngilistanê ji bona ku hamîtîya rejîma îşxalker bike hatîye sazkirin, li Yemene êrîşên xwe yên li dijî xelkê Yemenê didomîne.

Emrîqaya emperyalîst û mitefîqên wî, li herêma Hudeydeyê bi balafiran êrîşa asîmanî li dar xist.

Fermandarîya Navend ya Emrîqayê, di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ku ew fuzeyekî dijî keştî yê aîdê Ensarullahê hedef girtine.

Di heman deme de berdevkê Hikumeta Ensarullahê Seyfullah Eş-Şamî li Sanaya paytext derheqê meseleya Fîlîstînê de bi sernavên “bûyer, pêşveçûn û terefgîrîya Yemenê” de daxuyanîyekî çapemenîyê li dar xist.

Şamî, di daxuyanîya xwe de bal kişand ku ew di Behra Sor û Ereban de tenê keştîyên Emrîqa, Îngilistan û rejîma îşxalkeran hedef digrin, Şamî diyar kir ku van herdu welatan herêmê mîlîtarîze dikin û ji bona ku rejîma îşxalker biparêzin seferên navneteweyî tehdit dikin.

Şamî, di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir Emrîqa û Îngilistan ji bona ku desteka Yemenê a ji Xezzeyê re qut bike bi tevî 203 êrîşên asîmanî tev de 403 êrîşan li dar xistine.

Berdevkê Hikumetê ragihand ew jî li hember van êrîşan 14 keştîyên Emrîqayê, 3 keştîyên Îngilistanê û 17 keştîyên sîyonîstan tevde 34 keştîyan hedef girtine. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.