Ensarullah: Me keştîya Emrîqayê raste rast hedef girt

Ensarullah: Me keştîya Emrîqayê raste rast hedef girt

Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew li Behra Sor keştîya Emrîqayê a bi navê "Star Iris"ê, bi gelek fuzeyên behrê ên munasîb hedef girtine.

Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yemenê Yehya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de desnîşan kir, ev ji bona ku destekê bidin xelkê mezlum yê Fîlîstînê û ji bona ku ji êrîşdarîya Îngîlîza-Emrîqayê re bersivê bidin vê operasyonê li dar xistine.

Serî di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew keştîya bi navê "Star Iris"ê yê Emrîqayê bi gelek fuzeyên behrê yên munasîb hedef girtine.

Hat daxuyandin ku ew ê van operasyonan heta ku êrîşên li dijî xelkê mezlum yê Fîlîstînê neyên sekinandin û êrîşên Emrîqa û Îngîlîzan a li dijî Yemenê neyên sekinandin wê berdewam bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.