Ensarullah: Me keştîya Îngîlîzan raste rast hedef girt

Ensarullah: Me keştîya Îngîlîzan raste rast hedef girt

Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew li Bendava Adenê keştîya Îngîlîzan a bi navê “LYCAVITOS” bi fuzeyên behrê ên munasîb hedef girtine.

Micahîdên Yemenê, ji wehşeta li Fîlîstînê re tenê bi gotinan bersivê nade ew bi gavên ku bi çavan têne dîtin destekê dide.

Berdevkê Hêzên Çekdarî yê Ensarullahê Yehya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de, îfade kir ew ji bona ku ji berxwedana li Xezzeyê re destekê bidin vê operasyonê lidarxistine.

Serî, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew keştîya Îngîlîzan bi fuzeyên behrê yê munasîb hedef girtine û fuze jî îsabet girtîye.

Serî diyar kir ku ew ê di Behra Sor û Ereban de heta ku dorpêç û êrîşên li dijî Fîlîstînê dawî bibin wê van astengkirina keştîyên ku bi rejîma îşxalê re girêdayî ne bidomînin, xeyn ji van avahîyan ew ê Yemen ji êrîşdarîya Emrîqa û Îngîlîzan re jî bersivdayîna xwe bidomîne.

Serî, weha axavtina xwe zêde kir, “Hêzên Çekdar yê Yemenê û hemû endamên me yên azad û birûmet, ji bona ku tevgerên xwe yên pratîk ên li dijî emrîqa û îngîlîzan bidin dest pê kirin bixebitin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.