Ger mexdûrên 28ê Sibatê hebin tê fêmkirin ku hêj pêvajo xelas nebûye

Ger mexdûrên 28ê Sibatê hebin tê fêmkirin ku hêj pêvajo xelas nebûye

Rojnameger-Nivîskar Îlhamî Işik destnîşan kir “Ger li derekê hêj mexdûrên 28ê Sibatê hebin tê fêmkirin ku hêj pêvajo xelas nebûye.”

Rojnameger-Nivîskar Îlhamî Işik derbarê pêvajoya 28ê Sibatê û mexdûrîyetên ku hêj berdewam dikin de ji ÎLKHAyê re axivî. Işik di daxuyanîya ku da de balan kişand li ser mexdûrîyetên ku ji ber pêvajoya 28ê Sibatê hêj berdewam dikin û diyar kir “Ger li derekê hêj mexdûrên 28ê Sibatê hebin û ger mexdûrîyet neyên çareserkirin tê fêmkirin ku hêj pêvajo xelas nebûye.”

Işik di daxuyanîya xwe de diyar kir ji bilî wan kesên ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di zindanan de tên girtin ji temamê wan kesên din re rêya darizandina ji nû ve hat vekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Di vî warî de miradê min di ber min de ma. Bêedaletî û bêhiqûqî birînên kûr di însanan de vedikin. Ji vê re mînaka herî xweşik mexdûrên 28ê Sibatê ne ku hêj li wan neheqî tê kirin.  Li Tirkîyê ji bo temamê kesên din rêya darizandina ji nû ve hat vekirin; lê belê ji bo van kesên ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatine girtin qet tiştek nehat kirin. Hinek ji van însanan 17 salan û hinek ji wan jî zêdetirî 20 salan di girtîgehê de ne. Ev însan nayên dîtin û tune tên hesibandin.”

 “Guh kerr û çav jî kor bûne; naxwazin van mexdûrîyetan bibînin û dengê wan bibihîzin”

Işik di berdewama axavtina xwe de wiha got: “ Ew kesên ku li dijî 28ê Sibatê dikevin nava micadeleyekê, li ber xwe didin û wek roja zilmê dibînin van însanên ku mexdûrên 28ê Sibatê ne nabînin û dengê wan naxwazin bibihîzin ku ev yek mirovan aciz dike. Min bi xwe jî gelek zêde aciz kir ku ji ber vê yekê min gelek zêde nivîsand, qêrîyam, bang kir û min hewl da dengê xwe bidim s€hkirin; lê belê guh kerr û çav jî kor bûne; naxwazin van mexdûrîyetan bibînin û dengê wan bibihîzin. Lê belê em ê bang bikin, bipirsin ka çima û ji ber çi?”

 “Hûn çawa dikarin keyfîyeteke wisa bêhiqûqî dikarin tetbîq bikin?”

Işik di berdewama axavtina xwe de diyar kir neheqî li mexdûrên 28ê Sibatê tê kirin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew kesên ku hatine mexdûrkirin nabêjin “me bêsûc bihesibînin.” Tiştekî wisa jî teleb nakin, efûyê naxwazin. Dibêjin ku ‘em di dorhêleke zilmê de hatine darizandin.’  Ji bo temamê wan dozên din rêya darizandina ji nû ve hat vekirin. Hûn çima ji bo van însanên ku neheqî li wan hatiye kirin rêya darizandina ji nû ve venakin? Neheqîyek di vî warî de heye. Ji wan kesên ku gelek zêde sûc kirine re cezayên hindik tê dayîn. Ji bo van însanên bêsûc ev yek jî nayê kirin. Hûn çawa dikarin keyfîyeteke wisa bêhiqûqî dikarin tetbîq bikin? Hûn dibêjin ‘em dijberê 28ê Sibatê ne û li dijî 28ê Sibatê li berxwe didin’ û hûn bi vê helwest û gotina xwe hatin îqtîdarê. Ger hûn bi vê helwesta xwe ji bo van kesên mexdûr tiştekî nekin ev yek heyf e, guneh e.”

 “Ger mexdûrîyet nayên çareserkirin tê wê manê ku 28ê Sibatê hêj xelas nebûye”

Işik di dawîya axavtina xwe de diyar kir di roja me bi xwe de jî hinek sepanên mîna ya pêvajoya 28ê Sibatê tên tetbîqkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ger li derê kesek hêj mexdûrê 28ê Sibatê be û ger mexdûrîyeta wî/ê kesî/ê nayê çareserkirin û mexdûrîyeta wî/ê bê paşguhkirin ev yek tê maneyê ku pêvajoya 28ê Sibatê hêj berdewam dike. Ew kesên ku aktorên 28ê Sibatê bûn însanên dîndar ji xwe re dijmin didîtin. Ger hûn jî tiştekî wisa bikin ev tê wê maneyê ku 28ê Sibatê berdewam dike.  Wê zilma ku li mexdûrên 28ê Sibatê tê kirin cardin di ber çavan re derbas bikin. Daraz jî hiqûq jî di destên we de ye. Qerara ku dilê we dixwaze hûn derdixin. We maf da wan kesan da ku ji nû ve bên darizandin, ne ez. Hûn çima vê yekê ji bo mexdûrên 28ê Sibatê jî nakin?  Hûn bi FETO re jî micadele dikin. Kesê ku bû sedem însan ji ber 28ê Sibatê mexdûr bibin FETO bû… Tarîfa vê yekê ne mimkûn e. Elbet 28ê Sibatê hêj berdewam dike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.