HAMAS, piştî qetlîama ku li dijî sîvîlên li bêvîya alîkarîyê bûn hat lidarxistin bang li cîhanê kir: Îşxalê bidin Sekinandin!  h

HAMAS, piştî qetlîama ku li dijî sîvîlên li bêvîya alîkarîyê bûn hat lidarxistin bang li cîhanê kir: Îşxalê bidin Sekinandin! h

HAMASê, derheqê êrîşa ku li dijî sîvîlên ku li bêvîya alîkarîyê bûn hat lidarxistin de daxuyanîyekî niviskî belav kir.

Di daxuyanîya HAMASê de bal hat kişandin ku rejîma îşxalker a sîyonîst, ji bona ku xelkê Fîlîstînê ji axên wan derxe herba birçîbûnîyê bikar tîne û ew dixwaze ku meseleya Fîlîstînê ji holê rabike, HAMAS, dûre HAMAS weha got:

HAMASê weha got, “Em ji Yekîneya Ereban û Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî re bang dikin ku bila bicivin û ji bona ku rêkxistina sûcê qirkirina civakî ya li Xezzeyê bide sekinandin biryaran bigrin.”

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku artêşa îşxalê biryarên ku di Dîwana Edalet a Navneteweyî de hatîye girtin ku bila qirkirin û sûcên têne kirin bêne sekinandin jî îxlal dike.

HAMAS, “Em bang li welatên Ereban dikin ku bila bêdengîya li hember qirkirina xelkê me bê şikandin û bila biryarên ku par di 11ê Mijdarê de di civîna Lûtkeya Îslam ê Ereban de qerar hatibû girtin ku dorpêça îşxalê bê şikandin û ji Xezzeyê re alîkarîya xwarin û tibbî bê anîtin jî bikin rewacê.”

Di daxuyanîyê de ji hemû Misilman û însanên azad yê cîhanê re bang hat kirin, “Em hemû kesan; ji bona ku ji xelkê Fîlîstînê re bibin destek û qetlîaman şermezar bikin banga li dar xistina çalakîyan dikin; em bang li wan dikin ku bila li hember serokên hikumet, sazî û sûcdarê Nazîyan pozîsyonên biqewet bigrin.”

HAMASê ku ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî re bang kir weha got, “Ev sûca modern ku rêkxistina sûcê bi şev û roj li dar dixe bidin sekinandin. Ji bona ku alîkarîya xwarin a lezgîn di bin ewlehîyê de ji xelkê me re bighêje hemû tedbîran bigrin.”

Di dawîya daxuyanîyê de bal hat kişandin ku ji van qetlîaman rayedarên rejîma sîyonîst û bireveberîya Emrîqayê mesul e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.