Îstatîstîkên qirkirin û xerakirina rejîma îşxalker

Îstatîstîkên qirkirin û xerakirina rejîma îşxalker

Ofîsa medyaya hikûmeta li Xezzeyê, derheqê roja 133emîn a qirkirina ku li Xezzeyê ji teref rejîma îşxalker vê tê lidarxistin de îstatîstîkan parve kir.

Ma hûn dibêjin li Xezzeyê çi bûn!

Îşxalkeran ti cudatî nekir navber, zarok, pîrek û îxtiyaran bombardiman kirin. Ji ber vê yekê li Xezzeyê qetlîam, qirkirin û hilweşandin pêk hat.

Ji teref Ofîsa Medyaya Hukumeta Xezzeyê ve îstatîstîkên qirkirina 133 rojan a ku ji teref rejima sîyonist ve hatiye kirin parve kir.

Hat îfadekirin di roja 133yemîn de 2 hezar û 503 qetlîam hatin kirin.

Bi kesên windayê ve 35 hezar û 775 Fîlîstînî şehîd bûn.

- 28 hezar û 775 naaşên şehîdan birin nexweşxaneya

- 12 hezar û 660 za zarok hatin qetilkirin

- 8 hezar û 570 jin hatin şehîdkirin

- Ji Xebetakarên sihetê 340 kes hatin qetilkirin.

- 46 wezîfedarên Parastina Sivîl şehîd bûn

- 130 rojnameger hatin qetilkirin.

Li Xezzeyê 7 hezar kesên winda hene û ji van kesan ji sedî 70 zarok û pîrek in.

- 68 hezar û 552 kes birîndar bûn

- 11 hezar birîndar ji bo bên tedawîkirin, divê ji Xezzeyê bên derketin

- 700 hezar kes bi nexweşiyên şewbê ketin

- 8 hezar kes ji ber ku ji cihên xwe bûne bi nexweşiya enfeksiyona hepatîtê ketin.

60 hezar pîrekên bi hemel, ji ber ku xizmetê sihetê narê di nav rîsk û telûkeyê de ne.

-350 hezar nexweşên kronîk ji ber tunebûna derman û îlacan, bi mirinê re rûbirû mane.

-350 bin kronik hasta ilaç yokluğu nedeniyle ölüm riski ile karşı karşıya.

Îşxalkeran kesên ji qetlîamên Xezzeyê bi saxî xelas dibin, hêsîr girtin. Bi sedan Xezzeyî a niha di destê îşxalkeran de êsîr in.

-99 personel ji teref îşxalkeran ve hêsîr hatin girtin

- 10 rojnamegerên navên wan tên zanîn hatin desteserkirin

- 2 mîlyon însan ji xeta Xezzeyê hecirandin

-142 avahiyên hukumatê hatin hilweşandin

-295 mekteb û zanîngeh ji ber êrîşan bi qismî hatin hilweşandin

-100 mekteb û zanîngeh bi temamî hatin xirakirin

-184 camî bi temamî hatin xirakirin.

-266 camî ji ber êrîşan bi qismî hatin xirakirin.

-3 Kîlîse yanê dêr ji teref îşxalkeran ve marûzê êrîşan hat

Di êrîşên sîyonîstên barbar de 70 hezar xanî bi temamî hatin xirakirin, 290 hezar xanî ji ber êrîşan bi qismî hatin tehrîpkirin. A niha kes di van xaniyan de najin

-66 hezar ton bombe hatin avêtin Xezzeyê

-31 nexweşxane der xizmet man

-53 navendan ji ber êrîşan xizmetên xwe dan sekinandin

-152 saziyên sihetê bi qismî hatin hedefgirtin

-124 ambûlans ji teref îşxalkeran ve hatin îmhakirin

200 cihên arkeolojîk û mîrasê ji teref îşxalkeran ve ji holê hatin rakirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.