Ji micahîdên Qessam peyama qerarîyê: Gelê me yê ezîz, baş zane ku çareya îşxalê berxwedan e

Ji micahîdên Qessam peyama qerarîyê: Gelê me yê ezîz, baş zane ku çareya îşxalê berxwedan e

Tûgayên Qessam, derheqê operasyonên xwe yên nû de dîmenan parve kir, di vê dimenê de micahîdekî jî diaxivîya û di xavtina micahîd de peyama qerarîyê balan dikişand.

Micahîdên Fîlîstînî, di hefteya 19emîn a operasyona Tofana Eqsayê de bi tevî Xan Yûnisê di hemû cepheyên li Xezzeyê de pevçûnên xwe yên bi îşxalê re didomînin.

Tûgayên Qessam ên ku bajara Safadê hedef girtin, di encama hedefgirtina warekî îşxalkeran de 8 sîyonîstan birîndar kirin.

Di dîmenên ku hatin parvekirin de hat dîtin ku micahîdan di nav tinelê de derdikevin û bi terorîstên îşxalê re dikevin pevçûnê û li dijî terorîstên îşxalê jî di têketina tinêlekî de kemîkekî li dar xistine û wan teqandine.

Hûrgilîyekî dinê yê ku balan li ser dikşîne jî ev bû ku micahîdekî di axavtina xwe de peyamên qerarîyên xwe tîne ser ziman.

Mîcahîdê ku di dîmenê de xeber dida jî weha got, “Tûgayên Qessam fikrekî ku namire ye. Gelê me yê bi rûmet, baş dizane ku sedema trajedîya ku di holê de ye îşxal e. Çareya ev îşxalê jî berxwedan e.” Wî îfade kir ku HAMAS li ser van axan û di dilê vê xelkê de cîh girtîye.

Micahîdê Qessam diyar kir ku zarok, malbat û ewladên mirovên ku şehîd bûne hene, ew ê artêşa qaşo yê rejîma îşxalkera sîyonîst mexlûb bibe û ew ê di dawîya herbê de jî fêhm bike ku ew xeyalan dîtîye.

Micahîdê Qessam di dawîya axavtina xwe de weha hot, “Van axan, zilamên xwe baş nas dike, van axan baş nas dike ku kî herbê dike û kî wî diparêze. Her ku rejîma îşxalê bawer dike ew ê HAMASê tune bike bila baş zanibe ku ew di nav xeyalan de ye. Îşxal nikare qabîlîyetên me yên herbê ji holê rabike, bielqs ew ê ku mekanîzmayên wan parçe dike û wan wek kewan hedef digre em in.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.