Kesê ku êrîşî Ala Tewhîdê kiribû hat binçavkirin

Kesê ku êrîşî Ala Tewhîdê kiribû hat binçavkirin

Li Eskîşehîrê, şexsê dixwest ku Ala Tewhîdê ya di destê kesê ku ji meşa piştgirîya Filistînê de vedigerîya bi zorê bistîne hat girtin.

Bûyer, şemîya hefteya çûnê li Rawestgeha Tramvaya Çarşîyê ya ku di Kolana 2 Eylulê de ye qewimî.

Yasîn Yalçinusluyê ku beşdarî meşa bi mijara “Eskîşehîr ji no Filistînê Dimeşe” ya ku ji teref Platforma Biratiyê ya Eskîşehîrê hatibû lidarxistin, di vegera bal bi malê de li ber Rawestgeha Tramvaya Çarşîyê dûçarî êrîşa şexsekî bû.

Ji Serdozgerîyê talîmata lêpirsîne

Piştî dîmenên bûyerê ya li ser medyaya civakî gelek peyamên berteka ya li dijî êrîşker hat.

Ji teref polîs ve di heqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat ragihandin şexsê ku ji teref polîs ve hat girtin piştî karên li ewlehiyê hat sewqkirin adlîyeyê.

Li cihê ku êrîş hat kirin Ala Tewhîdê hat vekirin

Ji aliyeke din, di cihê ku êrîş li Ala Tewhîdê hatibû kirin de ji teref Êvîndarên Pêxember ku tê zanîn nêzî HUDA PARê ne Ala Tewhîdêke mezin vekirin.

Bikarhênerên medya civakî, bi vekirina Ala Tewhîdê dilxweş bûn.

(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.