Li Êlihê mînîbûs û qamyonet li hev qelibîn: 16 birîndar

Li Êlihê mînîbûs û qamyonet li hev qelibîn: 16 birîndar

Li Êlihê mînîbûsa ku karkerên tekstîlê di nav de bû û qamyoneta ku ji alîyê dinê ve dihat li hev qelibîn, di encama qezayê de 16 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li alîyê ser rêye Sêrt-Êlihê ku li nêzê Herêma Senayî ya Organîzeyê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku karkerên tekstîlê di nav de bûn lê hêj plaqe û navê şofêrê wî nehat hînbûn li qamyoneta ku ji alîyê dinê dihat ve qelibî. Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 16 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku ji cîhê qezayê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.