Li Hîndistanê di febrîqeya boyaxê de şewat derket: 11 mirî

Li Hîndistanê di febrîqeya boyaxê de şewat derket: 11 mirî

Li Delhîya Nû ya paytexta Hîndistanê di febrîqeyekî boyaxê de şewat derket, di encama şewatê de 11 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku şewat di qata zemînê de derketîye.

Li gorî diyarîyên ewil di şewatê de 11 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Rayedaran îfade kirin ku şewat dibe ku di encama teqînekî de pêk hatibe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.