Li Kurdistanê bazara Lengê şewitî: Herî kêm 1000 dikan zerarê dîtin

Li Kurdistanê bazara Lengê şewitî: Herî kêm 1000 dikan zerarê dîtin

Hat destnîşankirin li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê di Bazara Lengê de şewat derket, di encama şewatê de 1000 dikan zerarê dîtin.

Doh êvarê li bazara ku cîhê amûrên duyemîn têne firotan şewatek derket.

Hat îfadekirin ku şewat bi midexeleya îtfaîyeyê di nav çend seatên dirêj de hat tefandin.

Di bazara ku 2 hezar û 400 dikan heye de herî kêm 1000 heb dikan zerarê dîtin.

Hat destnîşankirin 20 kesên ku ji dûmanê tesrîdar bûn jî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ji bona ku sedema derketina şewatê bê eşkerekirin telîmata tehqîqatê da û ekîbên îtfaîye, tenduristî, polês û ewlehîyê pîroz kir.

Serokwezîr destnîşankir ku hikûmet ew ê ji mexdûran re alîkarîyê bike, ji sazîyên dewletê re jî di vî meseleyê de çi hewceye bila bikin telîmat da. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.