Li Papûa Gûneya Nû eşîr ketin nav hev: 53 mirî

Li Papûa Gûneya Nû eşîr ketin nav hev: 53 mirî

Di encama pevçûna ku li herêmên Çîyayî ya Papûa Gûneya Nû di navbera eşîran de pêk hat de 53 kesan canê xwe ji dest dan.

Hêzên ewlehîyê îfade kirin ku du eşîr li dijî hev kemînan li dar xistine û dûre bi hev re ketine nav pevçûnê, ji ber van pevçûnan jî 53 kes canê xwe ji dest dan.

Rayedaran, diyar kirin ku ew ji ber zêdebûna mirîyan endîşedar in.

Hat diyarkirin ku eşîrekî ji bona ku êrîşî eşîrekî dinê bike hazirîyê kirîye û eşîra ku li ser hazîrî dihat kirin jî li dijî neyarên xwe kemîn li dar xistîye.

Wekîlê Serkomserê Teşkîlata Polêsa Qraltîya Papûa Gîneya Nû George Kakas weha got, “Ev bûyer, di vê herêma çîyayî de bûyera herî mezin e ku min di emrê xwe de dîtîye.”

Hat destnîşankirin van êrîşan piştî hilbijartinê ya ku di sala 2022yan de hatibû lidarxistin dest pê kirîye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.