Li Xezzeyê 155 nexweş û xizmên wan ji Tirkîyeyê re hatin anîtin

Li Xezzeyê 155 nexweş û xizmên wan ji Tirkîyeyê re hatin anîtin

Ji Xezzeyê 49 nexweş û 107 xizmên wan, bi balafira kargoya leşkerî ya aîdê Wezareta Parastina Netewî ji bo tedawîyê ji Tirkîyeyê re hatin anîtin.

Tirkîye, alîkarîya xwe ya ji nexweş û birîndarên Xezzeyê re didomîne.

Nexweş û xizmên wan ên ku ji ber êrîşên rejîma îşxalker derbasî Misirê bûne, bi balafirên leşkerî ji bo tedawîyê ji Tirkîyeyê re hatin anîtin.

Balafirên leşkerî, bi tevî 49 nexweşan ku ji wan 18 hebên wan li ser sedyeyê bûn, 106 xizmên wan ku piranîya wan jî zarok bûn û 12 personelên tenduristîyê xwe ji Balafirgeha Leşkerî ya Etîmesgutê re daxist xwarê.

Xezzeyîyên nexweş û birîndar, bi ambûlansên ku li Balafirgehê dihatin sekinandin ji Neşxwenxaneya Bajar a Bîlkentê re hatin neqilkirin.

Di çarçoveya tehlîyekirina nexweşan de ku di koordînasyona Misir û Tirkîyeyê de tê lidarxistin tehlîyeya 8emîn hat lidarxistin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.