Mînîbûsa ku xwendekar tê de bûn qelibî: 7 birîndar

Mînîbûsa ku xwendekar tê de bûn qelibî: 7 birîndar

Li navçeya Şêrwana Sêrtê mînîbûsa ku xwendekar di nav de bûn qelibî, di encama qezayê de 6 jê zarok 7 kes birîndar bûn.

Qeza, li alîyê gundê Mawîta ku girêdayê Şêrwana Sêrtê di seatên êvarê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku navê şofêrê wî û plaqeya wî nehat hînbûn, ji kontrolê derket û qelibî.

Di encama qezayê de 6 jê zarok 7 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, piştî midexeleya ewil li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Sêrtê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku Walî Kemal Kizilkaya, Midurê Tenduristî yê Bajêr Erol Emre Omur û Midurê Perwerdehî yê Bajêr Salîh Sadoglu, derheqê rewşa birîndaran de agahîyan girt. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.