Misir, îddîayên li alîyê sînor ji bo Fîlîstînîyan sitargehan lê dikin derewand

Misir, îddîayên li alîyê sînor ji bo Fîlîstînîyan sitargehan lê dikin derewand

Misirê, îddîayên ku ew ê Xezzeyîyan bi zorê ji axên wan werin derxistin û Misirê jî ji ber vê yeke di nav sînorên xwe de sitargehan lê dike derewand.

Daxuyanî, ji teref Serokê Serwîsa Enformasyona Misirê Zîya Reşwan ve hat dayîn.

Reşwan di daxuyanîya xwe de weha got, “Misirê, xeberên ku di medyaya civakî der derbas dibin ku ew ê li herêma nêzê sînora Xezzeyê ji bo sitrandina Fîlîstînîyan sitargehan lê dike bi zimanekî zelal û tuj derewîne.”

Rewşan di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku Misir derxistina Fîlîstînîyan a ji axê Xezzeyê û bi taybetî jî ew ê bi zorê an jî dildarî ji axên Misirê re bêne şîyandin red dike, wî îfade kir ku ev îddîa tê maneya tesfîyekirina doza Fîlîstînê.

Rewşan îfade kir ku derxistina Fîlîstînîyan a ji axên Xezzeyê ji serxwebûnî û ewlehîya netewî ya Misirê re tehdîdekî rasterast e, wî bal kişand ku tehcîr “Sucekîye” û ji bo Misirê jî “Xeta Sor” e.

Serokê Serwîsa Enformasyonê Rewşan, weha axavtina xwe zêde kir, “Hemû daxuyanîyên Misirê, nîşan dide ku Qahîre ji bo tehcîrê xwedîyê amûrên bi lez û rasterast e.”

Rewşan derheqê dîmenên ku hatine parvekirin de jî weha got, “Misir, berîya vê meseleyê jî li sînor herêmekî tamponê lêkiribû û li wan sînoran dîwar jî hebûn. Van dîwaran jî ji bo hemû dewletan tedbîrên serxwebûnî û parastina sînorên xwe ne.”

Ajansa Xeber ya Reutersê jî daxuyandibû ku Misir, ji bona koça, mezin li sînorên xwe sitargehan lê dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.