Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Welatên Îslamê divê li dijî wehşeta sîyonîstan bertekekî pêximker nîşan bidin

Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Welatên Îslamê divê li dijî wehşeta sîyonîstan bertekekî pêximker nîşan bidin

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, got ku divê welatên Îslamê hemû sewqîyatên xwe yên ji rejîma sîyonîst re bi lez bidin sekinandin.

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Meclîsê daxuyanîya çapemenîyê li dar xist, derheqê rojeva hindir û derve de nirxandinan kir.

Demîr îfade kir ku Tirkîye ber bi hilbijartina mehellî ya 31ê Adarê ve diçe, hema hema rojeva hemû partîyan bûye hilbijartin, HUDA PARê di xebatên xwe de Xezzeyê jî bi nav dike û wehşeta li Xezzeyê ji rojeva xwe dernaxe.

Qirkirina li Xezzeyê

Demîr di daxuyanîya çapemenîyê a li Meclîsê de bal li ser wehşeta ku li Xezzeyê tê lidarxistin kişand û îfade kir ku bertekên ziîf yên ku welatên Îslamê nîşan didin nayê qebûlkirin.

Demîr di axavtina xwe de weha got, “Wehşeta terorîstên sîyonîstan li Xezzeyê berdewam dike. Rejîma sîyonîst ku ji bêdengîya Misilmanan cesaretê digre, herî dawîn li Refaha ku nifûsa wî 1.5 milyon e bombebaranan da destpêkirin. Terorîst Netenyahuyê ku dixwaze Xezzeyê bi temamî vala bike, li dijî Refahê bomberdûmanekî dijwar da destpêkirin. Ew pêvajoyekî ku wê Refahê bi temamî xera bike û bibe sedema derketina însanan û mirina însanan da destpê kirin. Ev rewş wisa nîşan dide ku ew ê di rojên pêş de encamên giran bide ber me. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û welatên Îslamê ji vê rewşê re bi bertekekî ziîf dengê xwe derdixe û ev tişt jî nayê qebûlkirin. Divê bertekên ciddî bêne nîşandan.”

“Li Xezzeyê îmkana tedawîya nexweşan nemaye”

Demîr bal kişand her roj ku diçe hejmarê birîndaran zêde dibe, divê Tirkîye mesulîyeta tedawîya birîndaran bigre ser xwe û vê tiştê wisa bi ziîfî bikarneyne.

Demîr weha got, “Nexweşxaneyên ku birîndaran tedawî dikin an bi temamî an jî bi qismî xera bûne. Derman û amûrên tibbî zûda qedîyane. Li wê ceryan tineye. Xûşk û birayên me yên li wê derê nikarin ava paqij bibînin. Rewş wisa bûye ku êdî nikarin nanekî ziwa jî bibînin. Ev tişt jî tiştekî li ber çavên însanan tê kirin e. Xelkê Xezzeyê hem bi êrîşên wehşîyane re rûbirû ne hem jî bi dorpêçekî wehşîyane re rûbirû ne. Ji Xezzeyê têketine xwarin, derman, vexwarin û amûrên tibbî qedexe ye. Li gorî daxuyanîyên ku hatine kirin heta niha 380 birîndar ji Tirkîyeyê re hatine anîtin. Helbûkî ji 70 hezarî zêdetir birîndar hene. Piranîya van birîndaran jî an milê wan an nigên wan an jî cihekî wan yê dinê qut bûye. Divê wext neyê windakirin û dest bi tedawîya van birîndaran bê kirin. Divê Tirkîye ji vê tiştê re jî pêşevanîyê bike.”

“Divê welatên Îslamê li hember wehşeta sîyonîst bertekekî pêximker nîşan bidin”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku xûşk û birayên me yên Misilman li Fîlîstînê di bin ambargoya sîyonîstan de ne û di heman demê de jî ji welatên Îslamê ji sîyonîstan re di bin navê bazirganîyê de keştî têne şandin, ev tişt jî tiştekî ji hev cudatir e.

Demîr, “Welatên Îslamê ên ku ji bi hezaran însanên ku bi birçîbûnîyê re micadeleyê dikin re nikarin dilopekî avê û nanekî ziwa bighêjînin, ji sîyonîstan re hemû lazimatîyên wan bi destê xwe dişînin û di vê tiştê de jî tu xelatîyekî nabînin! Hemû tiştên sîyonîstan ku wek; Hesîn, poland, barût, av, xwarin mêwe û sebzeyên wan di bin navê ‘Bazirganîyê’ de ji teref welatên Îslamê ve têne şandin. Em ji li vê derê dixwazin vê tiştê bibêjin. Ji XWEDÊ BITIRSIN! Dema ku li Xezzeyê zarok parçe parçe dibin, însanên li wê derê ji birçîbûnê dimrin û hûn jî ji benderên Entelya û Mêrsînê ji sîyonîstan re her roj keştîyan dişînin, me gelo rêhm di dilê we de tineye? Wî çend quriş pereyên ku qezenc dikin dema ku di qirika zarokên xwe de derbas dikin gelo wijdanê we rehet e? Tirkîye ewqas keştîyan û alîkarîyan ji wan sîyonîstan re dişîne û radibe ji welatên Ewrupayê re ji ber ku ji îşxalkeran re alîkarîyan dikin gazinan dikin û hûn bang li wan dikin ku bila wan alîkarîyan nekin, hûn bi kîjan rûyê vê bangê dikin? divê ji vê cudatirîyê re dawî bê dayîn û hemû sewqîyatên ku ji teref welatên Îslamê ve têne kirin bêne sekinandin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.