Platforma Karwanê Hêvîyê bernameya “Şeva Şehîdan” li dar dixe

Platforma Karwanê Hêvîyê bernameya “Şeva Şehîdan” li dar dixe

Cemîyeta Mustezefan û Platforma Karwanê Şehîdan wê di 17ê Sibatê roja Şemîyê seat 20.00an de li Dîyarbekirê bernameya yadkirina şehîdan li dar bixe.

Cemîyeta Mustezefan û Platforma Karwanê Şehîdan bi minasebeta meha Sibatê ku meha Şehîdan e di Navenda Kongre û Çanda Sezaî Karakoça li Dîyarbekirê de bernameya Şeva Şehîdan li dar dixin.

Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Omer Çelîk derheqê bernameya şeva Şehîdan de daxuyanîyekî parve kir û ew hemû Dîyarbekirîyan dawetî bernameyê kir.

Çelîk, di axavtina xwe de îfade kir ku di vê mehê de gelek alim, dozvan û şexsîyetên muhîm şehîd ketine, “Melumê we ye ku li welatê me û li hemû welatên Misilmanan dema ku meha Sibatê were meha şehadetê tê bîra mirovan. Meha Sibatê wek meha Şehadetê hatîye diyarkirin û di vê mehê de hem li welatê me hem jî li welatên dinê bername têne tertîpkirin. Carne panel, carna sempozyum carna jî konferans têne dayîn û di van bernameyan de jîyana dozvan û ferdên dozan têne qalkirin. Dema ku qala wan jî tê kirin piranî li ser van mijaran tê sekinandin ku ew çima şehîd bûne, rêya ku wan birîye şehîdîyê çibûye û kîjan emel wan birîye şehîdîyê. Ji ber vê yekê em jî wek Platforma Karwanê Şehîdan li gelek bajar û navçeyan sempozyum û konferansan didin. Armanc û xayeya me ya di li vê derê de ev e ku bila jîyan û doza şehîdan neyê jibîrkirin. Çîmkî ummeta ku bi Pêxember re girêdayî ye, dema ku bi şiûra şehadetê hatibe strandin û dema ku şehadet ji bona wan bûbe gayeya herî mezin ti dem wê civakê ziletê nedîtîye û ew mehkûm nebûne.”

“Dema ku eşq û hesreta ji şehadetê re winda dibe civaka me û welatê me ji teref emperyalîstan ve tê îşxalkirin”

MELE OMER ÇELÎK

Çelîk di berdewama axavtina xwe de weha got, “Demekî dirêj e ku em dibînin dema ku di nav ummetê de eşq û hesreta ji şehadetê re winda dibe civaka me û welatê me ji teref emperyalîstan ve tê îşxalkirin. Hem dinê me hem namûsa me hem jî azadîya me ji holê radibe. Wek rewşa ku em îro di nav de ne. Nêzê 2 milyar Misilman hene. Dengê me ji Cihûyîyên ku nifûsa wan an milyonek e an jî 7 milyon e re ku nêzê 150 roj e li Xezzeyê zilmê dike dernakeve. Sedema herî mezin yê vêya jî îro di nav alema Îslamê de daxwazîya şehadetê winda bûye ye, sedema wî nedîtina wesîleya şehadetê ye û sedema wî hezkirina dinyayê ye. Em di nav xebatekî wisa de ne ku em dibêjin qey vê dinyayê axa me ya ebedî ye. Ji ber ku îro em di vî halî de ne hedîsa Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) ku dibêje, ‘Xwedî cesaret û egîdîya di dilê we de heye derdixe û tirsa kafir û mişrîkan dike nav dilê we’ bi cîh hatîye. Rewşa ku em di nav de ne jî ewakî ye. 57 welatê Îslamê hene, serokên wan hene û leşkerên wan jî hene feqet em ji Cihûyî û sîyonîstên ku nifusa wan 7 milyon e ditirsin. Em nikarin ji li wê derê re leşkeran bişînin, dev ji şandina leşkeran berde em ditirsin ku ji xûşk û birayên xwe yên li wê derê re kîlokî xwarinê jî bişînin. Sedema vêya jî tinebûna daxwazîya şehadet û eşqa şehadetê ye.”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de hemû xelkê Dîyarbekirê banga bernameyê kir ku bername ew ê sibe di seat 20.00an de li Navenda Kongre û Çanda Sezaî Karakoçê bê tertîpkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.