Serokatîya Bajara Stenbol yê HUDA PARê ji bo bijartina dersa Kurdî bang kir

Serokatîya Bajara Stenbol yê HUDA PARê ji bo bijartina dersa Kurdî bang kir

Serokatîya Bajara Stenbol yê HUDA PARê, di çarçoveya “Zimanê xwe yê dayîkê dibijêrim” de ku ji teref navenda partîyê ve hatibû destpêkirin, ji bona ku di dibistanan de zimanên Kurmancî û Zazakî bêne bijartin bang kir.

Alîkarê Serokê Bajarê Stenbol yê HUDA PARê Tahîr Kizmaz îfade kir ku ew li navçeyên Fatîh, Esenyurt, Kuçukçekmece, Beyoglu û Şîşlîyê ku nifûsa Kurdan li van navçeyan zêde ne derheqê dersên bijarte de pankartan pêvakirin, wî bal kişand her zimanekî yek ji ayetên Xwedê ne, divê zimanên ku wek hev in bêne axavtin û bi hînkirinê bêne jîyandin.

Kizmaz derheqê meseleyê de ji ÎLKHAyê re axivî û di axavtina xwe de weha got, “Ziman yek ji ayetên Xwedê ye. Nasname û şexsîyeta ku mirovan nîşan dide ye. Helbet hemû ziman di heman qîmetî de ne û divê hemû ziman bêne parastin. Li Stenbolê bi hezaran kurd hene ku bi sedemên cuda hatine li vê derê. Ji ber ku li vê derê nikarin zimanê xwe xeber bidin û hînbibin bi windakirina zimanê xwe re rûbirû ne. Divê em jî vê ayetê bi axavtin û hînkirinê bidin jîyandin. Îmkanên ku di dibistanan de hene divê em jê îstîfade bikin. Ji ber vê yekê mitleqe divê em zimanên zazakî û kurmancî hîn bibin û bibijêrin.”

Dersên ziman yê bijarte, wê heta 19ê Sibatê bêne bijartin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.