Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, beyannameya xwe ya hilbijartinê daxuyand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, beyannameya xwe ya hilbijartinê daxuyand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, beyannameya hilbijartina mehellî ya partîya xwe li Enqereyê daxuyand.

Yapicioglu, destnîşan kir ku ew ê ji hilbijartina mehellî ya 31ê Adarê re li giştîyê welat “Bi qadroyên biqewet, namzedên rast û emîn” beşdarî bibin.

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Ji bona ku şaredarîyên me zêdetir bixebitin, çavkanîyên şaredarîyê ji bona xelkê û bi rastî bêne şixulandin û qezencên şaredarîyê jî bi şekleke adil bê parvekirin ji fêhma sîyaseta HUDA PARê re hewce heye.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de serê ewil derheqê nerîna xwe yên di warê bireveberîyên mehellî de axivî û wî îfade kir, ji bona ku bireveberîyên mehellî zêdetir bêne qewetkirin lazim e ku ji şaredarîyan re desthilatîyekî berfireh bêne dayîn.

Yapicioglu weha berdewam kir, “Divê wesayeta bireveberîya navendî a li ser biveberîya mehellî bê rakirin, ji cîhê vêya jî divê hevkarîya hemberî bê anîtin û mekanîzmaya denetima nav desthilatîya mehellî bê zêdekirin. Dîsa îdareya bireveberîya navendî a li ser şaredarîyan jî; divê di nav pileya ku ji fêhma bireveberîya mehellî re zerarê nede de be, divê tenê denetima wî li gorî qanûn û makeqanûnê be, divê denetimekî ji cîhê xwe nebe.”

Zekerîya Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand ku îlkeyên fêhma bireveberîya HUDA PARê; Edalet, Emanî, heqanîyet, Ehlîyet û Lîyaqat e.

Yapicioglu weha got, “Em ê di hemû kar û eleqeyên xwe de li gorî van îlkeyan hereketê bikin. Hemû çavkanî û îmkanên şaredarîyê yê hemû xelkê me ne. Tu welatîyekî me ew ê cudahîyê nebîne û ji xizmetên şaredarîyê îstîfade bike. Ew ê ti kes xwe wek mirovekî sinifekî dinê nebîne.”

Yapicioglu di axavtina xwe de derheqê girtina personelan a ji bo şaredarîyê de jî peyamên balkêş da.

Yapicioglu derheqê meseleye de weha got, “Di şaredarîyên me de wê di warê girtina personelan de ew ê li gorî wê kare lîqayat li ber çavan be û esas bê girtin. Di karen bêwesf de jî ew ê li gorî rewşa mihtacîyê personel bên girtin. Ew ê di şaredartîyên me de destheqê kêmtirîn neye dayîn, heqê wê karkarê li gorî însanîyetê çibe ew ê ew bê dayîn. Dema ku em meaşê karkerên xwe bidin ew ê malbata wî karkerê jî li ber çavan be û li gorî nifûsa malbatê meaşa wî bê dayîn. Bi vê şekle ew ê karkerên me ti pirsgirêk û endîşeya wî ya debarê tinebe. Wê di şaredartîyên me de ji bo karkerên me yên pîrek seat bêne guhertin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ê ji bona welatîyên me yên feqîr jî ji bona ku bibin xwedîyê xanî wê qonitên civakî bêne lêkirin, bi silogana “Wê ti kes birçî û vekirî nemîne” ew ê di şaredartîya HUDA PARê de ti kes li derve destê xwe veneke û li derve ranekeve.

Çend sernavên ku Zekerîya Yapicioglu daxuyandibû ewakî ne:

- Ew ê cîhên ku êtîm, bêkes, mihtac û bêmal di nav de wek şefqeta dê û bavan bêne nihêrtin bêne lêkirin.

- Li gorî nifusa malbatan ew ê qasî lazimatîya bingeh av belaş be. Ji bona ku av jî neyê îsrefkirin ew ê fîyeta bi qedemeyî bê tetbîqkirin.

- Di malên şîna de û ew ê di malên şîna ên ku bêne lêkirin de jî ji bona ku ji jan û xemgînîya welatîyên xwe re bibin hevpar rojê xwarin û vexwarina danekî ji teref şaredartîyê ve bê dayîn.

- Wê ji bo welatîyên me yên ku tu kesên wan tineye an jî ti qezencekî wî tineye jî ew ê Aşxane bên sazkirin û wan welatîyên me jî di wan aşxaneyan de weka ku di nav malekî de ne xwe hîs bikin.

- Ew ê kreş, yurd û qurs bêne vekirin ku bila welatîyên me yên feqîr bi belaşî ji van deran îstîfade bikin. Ji welatîyên dinê jî pereyekê ku qîmeta wî pir tineye bê girtin.

- Ji bo ciwanên me yên ku dixwazin bizewicin jî ew ê alîkarîya zewazê bê kirin. Di bin ‘Fona Zewacê’ de ew ê ji wan ciwanên me re alîkarîya cihêzê bê dayîn.

- Ew ê ji welatîyên me yên feqîr re alîkarîya ragihandin û qirtasîyeyê bê dayîn.

- Ji welatîyên me yên ku ji xizmeta nav malê re mihtacin û diçin nexweşxaneyê, xizmeta ragihandinê û destek bê dayîn.

Yapicioglu, “Ew ê ji xwendekarên zewicandî yên ku ji ber şert û mercên aborîyê ji perwerdehîya xwe re nikarin dewam bikin an jî zehmetîyê dikşînin re jî ‘Alîkarîya kirê û perwerdehîyê’ bê dayîn.

Ew ê ji emekdar û astengdaran re jî alîkarîya meddî bê dayîn.”

Zekerîya Yapicioglu di axavtina xwe de destnîşan kir ew ê ji bo dikandarên mehellî li hember marketên bi zîncîrî tedbîr bêne girtin, wî diyar kir ji bona ku dikandarên mehellî bêne parastin ew ê ji marketên zîncîrî re îzîn neyê dayîn ku bila di navbera kolanan de şûbeyan vebikin.

Hat îfadekirin ku ew ê ji marketên zîncîran re sînora mesafeyê bê anîtin û ew ê navendên danûstandina nû yên nav bajêr re jî rihsat neyê dayîn.

Yapicioglu ku bi şîara “Kolanên Ewle” îfade dike ew ê parq û kolanan ji bo zarok û hemû welatîyan bikin cîhekî ewle, kuçikên beredayî jî wê ji kolanan kom bikin û di sitargehan de bêne sêrkirin û yên ku dixwazin jî dikarin xwedî li wan derkevin.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ê li ser derê Şaredarîyên ku di destê wan de bin jî ev hedîsa Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) ku dibêje ‘Yên ku bertîlê distînin jî û didin jî melun e’ bê nivîsandin.

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Micadeleya bi bertîl û bêrêtîyê re ew ê bibe alemetên mezin yê şaredarîyên me. Ew ê ti car û ti dem di şaredarîyên me de bêrêtî neyê kirin û ji karên ku bi bertîlê têne kirin re jî misaede neyê dayîn. Em ê li gorî zêhnîyeta xwe ya ‘Ne sîyaseta rantê, sîyaseta Xizmetê’ şaredartîyekî mînak a bi zelalî û dikaribin hûn lêgerînan bikin nîşan bidin. Ew ê qezenc û xercaneya şaredarîyên me bi xelqê re bê parvekirin. Wê her sal fealîyetên derheqê bûdçeya şaredarîyê de bêne îlankirin. Ew ê civînên şaredarîyê û îhaleyên şaredarîyê di weşana zindî de ji hemû kesan re bi eşkere bê kirin.

Werin em tev bi hev re vê carê bibêjin HUDA PAR. Guhertin wê bime re çêbibe, ew ê ku bibe wê bi HUDA PARê re bibe.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.