Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê: Li Nexweşxaneya Nasirê rewş ne baş e

Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê: Li Nexweşxaneya Nasirê rewş ne baş e

Berdevkê Nexweşxaneya Nasirê Eşref El Kudra weha îfade kir, “Li Kompleksa Tip a Nasirê rewş felaket e û endîşeyekî mezin dide me; di nav mirovên li wê derê de panîkekî hakim e.”

Berdevk Kudra, derheqê nexweşxaneya ku ev bû çend roj e di bin êrîşa rejîma îşxalê de ye de agahîyan da.

Kudra îfade kir ku rewş ne baş e û ji bo mirovên ku li wê derê mane jî tehlîyeyê xwest.

Kudra destnîşan kir ji 1500 kesan zêdetir însan ji cîhê xwe bûne û hêna jî di nexweşxaneyê de ne, hejmarê personelên ku di nexweşxaneyê de ne jî 190 kes in, hejmarê malbatên personelan jî 299 kes in.

Berdevk Kudra weha got, “Di nexweşxaneya Nasirê de hêna jî 273 nexweş û 327 xizmên nexweşan hene ku ji wan re îzîn nayê dayîn. Ji wan nexweşan jî 18 kesên wan rewşa wan giran in, 3 jê zarok tev de 35 nexweş jî di dîyazîlê de ne.”

Kudra îfade kir ku av ketîye nav beşa lezgînîyê û ji bo temîrat û kontrola qenelan jî lazimatî ji koordînasyonê re heye.

Ji hemû sazîyên navneteweyî re bang hat kirin ku bila mirovên di Nexweşxaneya Nasirê de ne bêne parastin, ji bo zarokan jî xwarin, sol, derman û sotemenî bê şandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.