Yapicioglu: Bajarên ewle bi îzna Xwedê wê bi HUDA PARê mimkin be

Yapicioglu: Bajarên ewle bi îzna Xwedê wê bi HUDA PARê mimkin be

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Entelyayê di danasîna namzedên partîya xwe de axivî, wî bal kişand ku divê Xezze ji rojevê neyê derxistin û ew derheqê şaredartîya HUDA PARê de jî peyaman da.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û Yapicioglu dûre weha got, “Rojeva welat bi temamî ji hilbijartinê re guherîye. Feqet meseleyekî heye ku em mecbur in wê di rojeva xwe de bigrin, ew jî Xezze ye. Ji ber vê yekê em herin li ku derê divê di serê rojeva me de ew hebe. Malumê weye ku ji 4 mehan zêdetir e li wê derî qetlîam û qirkirin heye, li wê derê zilm û tehdayî heye.”

Yapicioglu, derheqê bûyerên ku li Xezzeyê têne jîyankirin û qetlîama ku li Refahê hat lidarxistin de axivî û weha got:

“129 roj e li Xezzeyê mirin dibare. 129 roj e li Xezzeyê gav bi gav qirkirin tê kirin. Û ev rewş jî mixabin berdewam dike. Li bakurê Xezzeyê însanan ji ber bombe û xerabûna avahîyên xwe mecbûr man ku koç bikin. Ji wan re hat gotin ku ji alîyê başûr re biçin. Ji ber cîhekî ku xwe di nav de bistirînin, xwarinek an jî vexwarinekî bixwin tinebû çûn başûr. Bi rastî armanca wan yê rastîn ev e ku ew dixwazin wan ji Xezzeyê û ji axên Fîlîstînê bidin koçkirin. Lê ew, digel ev êrîşên wehşîyane dibêjin ku ‘em ê axên xwe û welatê xwe terk nekin.’ Li Refaha ku nêzê Misirê ye gelek însan kom bûn, milyon û nîv însan li wê derê xwe bi cîh kirine, di vê rewşê de jî rejîma sîyonîst gav bi gav û roj bi roj digot ‘ez ê li wê derê hedef bigrim’ û lê jî xist.”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku li Xezzeyê însanîyet dimire, hemû îzzet û heysîyeta alema Îslamê li wê derê bombe dikin.

“Ev Tofana Eqsayê ji bona me bila bibe dersek û îbredekî”

Yapicioglu bal kişand ku ew ê Xezzeyê di rojeva xwe de dernexin, “Alema Îslamê di nav zeafê de ye. gelek zeafên me hene mînak wek; aborî, leşkerî, sîyasî, îtîkadî, emelî em ziîf in. Bila ev Tofana Eqsayê ji bona me bibe dersek û îbredek. Piştî Tofana Eqsayê em ji zilma ku li xûşk û birayên me hatine kirin ji xwe re dersan derxînin û rêyên ku bi mistekbîran re micadeleyê bikin çêbikin. Herî kêm jî ji îro pê ve em cardin ji bona ku nekevin nav rewşekî ewakî bixebitin.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de derheqê şaredartîya xwe de jî axivî û derheqê çend meddeyan de axivî, ji wan meddeyan çenhebên wan jî ev in;

Meaşên karbes û karkeran divê li gorî heqîyê be.

Yapicioglu derheqê sazîya malbatê de jî axivî û weha got, “Sazîya malbatê tê hejikandin û emrê zewacê jî her ku diçe zêdetir dibe. Ciwanên ku dizewicin jî pirî caran nikarin wê malbata xwe li pîya bidin sekinandin û bidomînin. Em jî digel hemû van xerabîyan û meseleyan dibêjin ku bêhêvîtî tineye, terkkirina micadeleyê tineye. Cehd û xîret heye, xebat heye, tiştekî ku neyê rastkirin tineye.”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de derheqê Polîtîqayên faîzê û enflasyonê de jî axivî, wî îfade kir ku salê bi qetrîlyonan pere ji faîzê re tê dayîn.

Zekerîya Yapicioglu bal kişand ku di fêhma şaredartîya wan de îsraf û belawelatî tineye.

Hat îfadekirin ku bajarên ewle, kolanên ewle bi îzna Xwedê wê bi HUDA PARê mimkin be.

Ew ê HUDA PARê ji malbatan re heqê ava ku qasî lazimatîya wan yê mecburîye nestîne.

Yapicioglu îfade kir ku ew ê di dewra xwe de wê alîkarîya zewacê wek kredîyê nedin ew ê wê alîkarîya zewacê ji wan jin û mêran re dîyarî bikin.

HUDA PARê derdorekî paqij û avekî paqij wed dike.

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew ê di her gavên xwe yên ku bavêjin de di nav şiûra ku ew ê ji Rebbê xwe re hesabê bidin de hereketê bikin.

Bername piştî kişandina fotoxrafan dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.