Esnafên bazarê yên Amedê: Bihayên me guncan in lê hêza kirînê têrê nake
Esnafên bazarê yên ku li bazarên taxan ên Amedê dezgehan vedikin diyar kirin ku bihayên fêkiyan li gorî par di astên maqûl de ne, lê ji ber kêmbûna hêza kirînê ya welatiyan û zêdebûna lêçûnan (maliyet), firotin bi rûniştî û sistî bi rê ve diçe.
Esnafên bazarê yên ku li bazarên taxan ên Amedê fêkiyan difroşin, diyar kirin ku tevî ku yek ji serdemên herî qerebalîx û gur ên werza havînê ye jî firotin ne di asta ku li benda wê bûn de ye.
Esnfan dan zanîn ku tevî berhemên wan rojane û taze ne jî welatî ji ber şert û mercên aborî di kirînê de zehmetiyê dikişînin û destnîşan kirin ku zêdebûna lêçûnan (maliyet) bandoreke nebaş li wan jî kiriye.
Esnafên bazara taxê anîn ziman ku ew di sezona havînê de li benda zindîbûna firotinê bûn, lê heta ku ji bo zêdekirina hêza kirînê ya welatiyan gav neyên avêtin, dê hem muşterî hem jî esnaf di warê aborî de zehmetiyê bikişînin.

Yusuf Polat
Yusuf Polat ê ku li bazara taxê dezgehê vedike, diyar kir ku li ser dezgehê wî qeysî, mûz, xox û şeftalî hene û got ku biha li gorî kalîteya berhemê ji 60 TLyî dest pê dikin.
Polat ê ku diyar kir karên wan sar û rûniştî ne, wiha got:
"Li ser dezgehê min qeysî, mûz, xox û şeftalî hene. Biha guncan in lê kar sekinî ne. Wekî esnaf em zehmetiyê dikişînin. Qismet e, em li benda rizqê xwe ne. Hêza kirînê ya welatiyan tune ye. Kesên ku hêza wan a kirînê heye jî ji ber germê nikarin derkevin derve. Biha ji 60 TLyî dest pê dikin û li gorî kalîteya berhemê diguherin."

Yusuf Tekin
Bazarvan Yusuf Tekin jî diyar kir ku ew gêlaz, mûz û xoxan bi 80 TLyî, qeysiyan jî bi 70 TLyî difroşe û wiha got:
"Li gorî par ev biha gelekî normal in. Par gêlaz tune bû, îsal hema bêje pir heye. Par cemedê li gêlazan dabû. Ji welatiyan kesên ku dikirin jî hene, yên ku nikarin bikirin jî hene. Li marketan gêlaz 150 TL ye û ne rojane ye. Li ba me firoşaran wilda berhem rojane û taze ne."

İbrahim Meşe
Îbrahîm Meşe jî diyar kir ku zêdebûna lêçûnan (maliyet) hem esnaf hem jî xerîdar (mezaxtar) zor dike û got ku hêza kirînê ya welatiyan roj bi roj dadikeve.
Meşe yê ku anî ziman welatiyên bi mûçeya kêmtirîn (asgari ücret) debara xwe dikin di kirîna fêkiyan de zehmetiyê dikişînin, ev îfade bikar anîn:
"Em fêkiyan difroşin. Fêkî îsal biha ye. Hêza kirînê ya welatiyan tune ye. Kesekî ku bi mûçeya kêmtirîn dixebite, çawa dikare qeysiya ku kîloya wê 70 TL ye bikire? Em dîsa jî berhemên bi bihayê guncan tînin. Kîloya van berheman a ku 150 TL ye jî heye. Welatî mexdûr in. Divê ji bo van bihayên berheman çareseriyek were dîtin. Ji ber ku sotemeniya wesayîtan (mazot) biha ye, heqê barkêşiyê (nakliye) jî biha dibe. Berê me pakêta vê poşetê bi 40 TLyî dikirî, niha em bi 140 TLyî dikirin. Heqê barkêşiyê 500 TL bû, niha bûye 1.000 TL. Berhem hem li cihê hilberînê (çêkirinê) biha ye hem jî li halê (baza mezin) biha ye. Cihên wisa hene ku qeysî li baxçe bi 70 TLyî tê firotin. Em li bazarê bi 70 TLyî difroşin û tevî vê yekê jî tiştek ji bo me namîne."

Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.