Ji Nûneriya Çinarê ya Karwana Hêvîyê alîkarî ji bo malbata ku xaniyê wan şewitî

Ji Nûneriya Çinarê ya Karwana Hêvî alîkarî bo malbata ku li Gundê Darê ya ser bi navçeya me ya Çinarê xaniyê wan şewitî.

Nûneriya Çinarê ya Karwana Hêvî, alîkariya kelûmelên (eşyayên) malê gihand malbata ku li Gundê Göreceyê (Darê) yê ser bi navçeya me ya Çinarê xaniyê wan bi temamî şewitî û bû rewşeke wisa ku nayê bikaranîn.

Nûnerê Çinarê yê Karwana Hêvî Adem Yaşar di daxuyaniya xwe de ev îfade bikar anîn:

"Piştî karesata şewatê ya xemgîn a ku rojên borî qewimî û xanî û kelûmelên malbata me bûn rewşeke wisa ku nayên bikaranîn, em berdewam dikin ku li gel malbata xwe bin. Ji bo ku em li ser van rojên zor de herin û malbata me ji nû ve bigihîje hêlineke germ, me kelûmelên malê yên ku xêrxwazên me wekî bexş dabûn, ji îro pê ve teslîmî malbata xwe kir. Ji taximên koltukan bigire heta hewcedariyên bingehîn ên malê, her amûreke ku gihîşt wan ne tenê piştgiriyeke maddî ye, di heman demê de nîşaneya wê yekê ye ku em di rojên zor de çendîn bi tundî bi hev ve girêdayî ne. Wekî Karwana Hêvî, em ê bi parvekirina êşan wan kêm bikin û rûyê malbatên xwe yên hewcedar bidin kenandin. Em spasiya her kesê ku di vê pêvajoyê de keda wan çêbû, piştgiriya lojîstîk da û duayên xwe kêm nekir, dikin. Em bi hev re bihêztir in!"

img-20260718-wa0024.jpg

img-20260718-wa0025.jpg

img-20260718-wa0026.jpg

img-20260718-wa0027.jpg

img-20260718-wa0023.jpg

img-20260718-wa0018.jpg

img-20260718-wa0015.jpg

img-20260718-wa0011.jpg

img-20260718-wa0014.jpg

img-20260718-wa0010.jpg

img-20260718-wa0012.jpg

img-20260718-wa0013.jpg

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.