Li Çinarê otomobîl li tankera avdanê xist: 7 birîndar hene ku rewşa 2 kesan giran e
Li navçeya me ya Çinarê, di qezaya ku tê de wesayîta SUV a sivik li tankera avdanê xist de 2 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Qeza, li navenda navçeya Çinarê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, wesayîta SUV a sivik a bi plakaya 34 HHU 074, ji paş ve li tankera avdanê ya Şaredariya Çinarê ya bi plakaya 21 AGZ 286 xist. Di qezayê de 7 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.
Birîndar, piştî destwerdana yekem a ji hêla tîmên tendurustiyê yên ku hatin cihê qezayê ve, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. 2 kesên ku rewşa wan giran bû ji bo Amedê hatin sewqkirin.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.








Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.