Evîndarên Pêxember: Pêwendiyên bazirganî, leşkerî û dîplomatîk ên bi sîyonîstan ve qut bikin

Evîndarên Pêxember: Pêwendiyên bazirganî, leşkerî û dîplomatîk ên bi sîyonîstan ve qut bikin

Weqfa Evîndarên Pêxember, li Dîyarbekirê ji bo êrîşên li dijî Xezzeyê ku ev bû 195 roj ji teref rejîma îşxalker ve tê lidarxistin, daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.

Daxuyaniya ku li Mizgefta Hezretî Ebubekîr-î Siddikê li Mehelleya Baxcilara girêdayî navçeya Rezan e, ji teref Cengîz Aydin ve hat xwendin.

Aydin bi sûreya Şûarayê ayeta 227an dest bi xwendinê kir û got ku, “Silav ji bo zarokên leheng ên berxwedanê. Silav li neviyên Selaheddîn Eyyûbî û Ebdulhemîd Xan re. Silav ji kesên xwedî wijdan re ku li Xezzeyê li hember zilma sîyonîstan bêdeng neman û li rex mezlûman sekinîn. Silav li gelê me yê hestiyar ên ku qêrîna bindestan bihîstin û ev qad tije kirin. Silav silav ji bo kesên ku bêdeng namînin û li dijî zilmê radiwestin.”

“Ev zilmeke ku di dîroka dinyayê de pir nayê dîtin”

Aydin gotinên xwe wisa domand:

“Zarok, pîrek, îxtîyar û gelek sivîl ku her roj ji birçînan wefat dikin, li benda vebûna korîdora însanî û hereket kirina ehlê wijdanê ne. Xwedê teala di sûreya Hûd di ayeta 113an de dibêje ku, “Zinhar, hûn bi tu awayî meyl û dilxwazîya zaliman nekin! An na wê agir we zeft bike û jixwe ji Ellah pê ve tu dostên we jî nînin, paşê hûn ji wî jî arîkariyê nabînin.” Bi vê fermanê giştî pêwendiyê xwe yên bi bi sîyonîstan re qut bikin. Xwişk û birayên me yên li Xezzeya ku ji ber êrîşên siyonîst di bin xirbeyan de ku bûye goristana zindî li benda rizgarkirinê û vekirina korîdora însanî ne. Siyonîstên ku bi hêza cîhanê ya li pişt wane jenosîdê pêk tînin, bi hevkarên xwe, dewletên rojavayî, nîzameke nû ya cîhanê li ser bingeha zilmê ava dikin. Welatên Îslamî û dewletên din ên ku li hemberî van hemû hovîtiyên bêhest û xemsar dimînin, di pergala ku tê xwestin bê çêkirin de tevdigerin."

“Rejîma sîyonîst bi bajarokên ku dagîr kiriye razî nabe”

Aydin got ku, “Rejîma îşxalker a siyonîst wê ji niştecihên ku li Filistînê bi taybetî Quds û Xezzeyê dagîr kiriye, razî nebe. Ji vê yekê bawer bin: Ger îro Xezze bikeve, sibê Urdun, roja din Misir, roja din wê Iraq, Sûriye û Tirkiye bikeve. Di navbera rawestan û temaşekirina dagirkirina Xezze, Quds û Filistînê û dagirkeriya Tirkiye û welatên din ên cîranên Filistînê de tu ferq nîne. Di vî warî de divê Tirkiye û welatên din ên cîranên Filistînê tedbîrên ciddî li hember rejîma tehdîdkar a siyonîst a terorîst bigirin. Îsraîlê ku rejima terorê ya ku tehdîd dike ye, zêdeyî 6 meh in li dijî welatên ku Xezzeyê diparêzin êrîşên devkî û fiilî dike. Di dema ku rejîma terorîstî ya sîyonîst ku guh nade qanûnên navneteweyî, êrişî welatên cîranên Filistînê û balyozxaneyên li van welatan dike, rojava heta dawiyê li kêleka îsraîlê dimîne. Di dema welatên ku ji bo xweparastinê bersiva rejîma sîyonîst didin, ji aliyê welatên rojavayî ve tên telînkirin, daxuyaniyên pûç ên welatên îslamî wê bi kêrî siyonîstan bên. Dem hatiye ku em hêz, qewet û yekitiya xwe li dijî çeteyên sîyonîst bikin yek. Ev dem dema tifaqê ye, ne dema pevçûnê ye. Em li pişt hemû kiryarên ku li dijî sîyonîstan tên kirin radiwestin û em ê jî li pişt wan bisekinin.”

Aydin da zanîn ku daxwazên wan yên ji hemû dewletên xwedî wijdan bi taybet Tirkiye û aktorên navneteweyî wiha ne:

“Têkiliyên xwe yên bazirganî, leşkerî û dîplomatîk ên bi siyonîstan re qut bikin. Ji bo êrîşên li dijî gelê Xezzeyê bi dawî bibin û ji bo gelê Xezzeyê korîdora însanî bê vekirin gavên berbiçav bavêjin. Banga agirbestê ya HAMAS'ê ya ji bo raya giştî ya cîhanê, dewlet û aktorên navneteweyî divê bê bersivandin û em daxwaz dikin ku di vî warî de gavên ciddî bên avêtin. Divê hemû xuşk û birayên me yên ji Xezzeyê yên koçber bûne bê şert û merc vegerin warên xwe. Em weke Evîndarên Pêxember careke din bi dengekî bilind diqîrin û dibêjin; “Em bi qibleya xwe ya ewil Mescîda Eqsayê û birayên xwe yên misilman bi can, xwîn, mal û zarokên xwe re li bal wanin. Em li kêleka her çalakiya meşrû ya ku ji bo azadiya Filistîn û Mescîda Eqsayê pêk tê ne. Em amade ne ku di vê rêyê de her fedekariyê bikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.