Li Nisêbînê tankêra mazot barkirî qelibî: 2 birîndar

Li Nisêbînê tankêra mazot barkirî qelibî: 2 birîndar

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê tankera ku mazot barkirîbû, li tira ku di heman alîyê de diçû qelibî. Di encama qezayê de 2 kesan birîndar bûn.

Qeza, li alîyê Taxa Odabaşîya ku ser rêya Îpekyolêya navneteweyî ya Nisêbînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tankêra mazot barkirî yê ku di bin îdareya Abîdîn D. de bû, ji paş ve li tira ku şofêrê wî û plaqeya wî nehat hînbûn qelibî.

Di encama qezayê de, şofêrê tankêrê Abîdin D. û şofêrê tirê birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Şofêrê tirê ku sivik birîndar bûbû bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Di encama qezayê de ekîbên îtfaîyeyê ji ber ku tankêra mazotê qelibîye û îxtîmala şewatê heye li herêmê tedbîr girtin.

Tir û tankêra ku bûbû wek xwelîyê, bi alîkarîya vînçê ji cîhê wê hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.