Şaredarîya Mezina Diyarbekirê ji bo bernameya Mewlûda Nebî otobusê tahsîs nekir

Şaredarîya Mezina Diyarbekirê ji bo bernameya Mewlûda Nebî otobusê tahsîs nekir

Weqfa Êvîndarên Pêxember, diyarkir ku Şaredarîya Mezina Diyarbekirê soza xwe ya “tehsîs kirina otobusên bêpere” ya ji bo Mewluda Nebî negirtîye.

Di daxuyaniya ku ji teref Komîtîya Amadekariyê Mewlida Nebî ya Diyarbekirê hat belavkirin de hat diyarkirin ku daxwaza “ji bo veguhastina bêpere piştgrîya otobusê” ya ji Şaredarîya Mezina Diyarbekirê ji bo bernameya Mewlida Nebî ya li Parka Newrozê roja Yekşemê 28ê Nîsanê ye hatiye redkirin.

Rayedarên Şaredarîya Mezina Diyarbekirê piştî zextên raya giştî diyar kiribûn ku 26 otobus wê bê tehsîskirin, lê di ragihandina wan a ji Weqfê re hat gotin ku tenê 5 otobus wê bê tehsîskirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Weqfê ve hat kirin de wisa hat gotin:

“Weke tê zanîn di daxuyaniya çapemenîyê ya 22ê Nîsana 2024an de me diyar kiribû ku me ji Şaredarîya Mezina Diyarbekirê ji bo bernameya Mewlida Nebî ya li Parka Newrozê ji bo veguahstina bêpere piştgirîya daxwaza otobusan hatibû kirin û şaredarî jî bersiveke neyînî dabû me. Piştî bertekên raya giştî, Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê daxuyaniyek da û îddîa kiribû ku “bi îdiaya ku otobus bêpere nehatine tehsîskirin kampanyayeke bêbingeh hatiye kirin

Lê belê di heman daxuyania ku weke piştgirî dida xalên ku me behs kirin de diyar kirin ku “sedema ku otobus nedane wan ji ber xerabûna wesayîtan e û pêvajoya tehsîskirinê dewam dike.”

“5 Otobus wê çend mirovan veguhêze”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku soza 26 wesayîtan nehat girtin û tenê 5 wesayît hatin tehsîskirin û dewama daxuyaniyê wiha hat gotin: “Roja din rayedarên şaredariyê gihîştin me û ji me re gotin ku şaşfêmkirin çêbûye û dê otobusên şaredariyê bêpere bên tehsîskirin. Û gotin ku sewqiyata qada mîtîngê bi 26 wesayît bi giştî li 13 rawestgehan bê tehsîskirin.

Li ser vê nêzîkatiyê me bi zimanekî pir maqûl, nerm û hêviyek pêvajoyê şopand. Me hêvî dikir ku rêvebirên herêmî vê carê gavên rast bavêjin. Lê belê êvara 25ê Nîsanê çend roj beriya çalakiya Mewlida Nebî diyar kirin ku wê tenê 5 wesayîtan tehsîs bikin. 5 wesayit dikarin çend kesan bînin meydana ku li Diyarbekirê bi sedhezaran kes beşdar dibin? Ev yek henek kirina xwe bi gelê Diyarbekirê ye.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di vê demê de jî soz nehatine girtin. Yên ku soza tehsîs kirina 26 wesayitan dan, ji ber hin sedeman gav paşve avêtin. Vê carê jî hincetên bêbingeh ên weke kêmasî û xerabûna wesayit hatin zêdekirin. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin ji bo maça futbolê ya hefteya borî ya li bajarê me hat lîstin, gel bi wesayîtên şaredariyê bêpere sewqî stadyumê kirin. Şaredarî ji bo xizmeta gel bikin hene. Ger di vî warî de pêwîstî hebe helbet divê şaredarî xizmetê bide. Lê divê ev hesasiyet ne yek alî be.

"Ecêb e ku agahdariyeke nivîskî nehat dayîn"

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser ku rayedarên şaredariyê daxuyaniyeke nivîskî nedane û hat gotin ku:

“Di destpêka pêvajoyê de belgeya me ya der barê daxwaznameyê de di 05.04.2024an saet 11.52an de û bi hejmara 19088an hatiye qeydkirin. Hemû ravekirinên ku ji wê demê ve ji me re hatine kirin, devkî ne, ne nivîskî ne. Her wiha tiştekî ecêb e ku yekîneyên rayedar ên Şaredariya Bajarê Mezin agahiyê bi nivîskî nadin. Ji bo bernameyeke weke Mewluda Nebî ya ku bi Diyarbekir re wekehevî bûye, tehsîs nekirina wesayîtan di asta tê xwestin de bi ti awayî nayê îzahkirin. Biryara şaredariya bajarê mezin di wesfê sabotajê de ye û hemû fikrên xerab derxistiye holê. Em vê helwesta rêveberên şaredariyê ya li hember bernameya Mewlûdê didin ber hurmeta gelê hêja yê Diyarbekirê. Û careke din em bi bîr tînin ku şaredarî ne şaxên partiyên siyasî ne, saziyên giştî ne ku ji bo xizmeta gel hene û em tekez dikin ku bi mebestên bîrdozî xizmet nayê kirin.

Em dixwazin ji vir bangî gelê xwe yên Diyarbekirîyên Ezîz û Evîndarên Pêxember bikin. Werin em bi ruhê seferberiyê piştgiriyê bidin çalakiya Mewlida Nebî ya ku wê vê yekşemê bê lidarxistin. 1400 sal berê xelkê Medîneyê ku ji Hezretî Muhammed hez dikirin, em bi coşa ku me Muhammed (s.a.w) pêşwazî kir, seferber bibin. Daxwaza me ji her birayê Evîndarê Pêxember eve; Ji bo piştgirîkirina veguhastina gelê me yê ku dixwazin werin Mewlûdê derbasî Meydana Mewlûdê bikin. Werin em hemû bira û dostên xwe bi hezkirin û heyecaneke mezin dawetî bernameya Mewlida Nebî. Bi taybetî em daxwaz dikin ku birayên me bi erebeyên xwe biçin cihên ku me di îlanên xwe de weke noqteyên serwîsên bêpere dîyar kiriye û gelê me yên evîndarê pêxemberin bînin qadê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.