Rejîma sîyonîst li Xezzeyê 13 hezar û 750 zarok hatin qetilkirin

Rejîma sîyonîst li Xezzeyê 13 hezar û 750 zarok hatin qetilkirin

UNRWA, daxuyand ku rejîma sîyonîst a îşxalker di êrîşên li Xezzeyê de 13 hezar û 750 zarokan qetil kirine.

Rejîma sîyonîst a îşxalker li Xezzeyê li dijî, “xelkê Fîlîstînê bê parastin, zarok û pîrekan” di meha Remezanê de jî êrîşên xwe didomîne.

Di rapora ku ji teref UNRWAyê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku li Xezzeyê 13 hezar û 750 zarok hatine qetilkirin, UNICEF jî vê hejmara ku ji teref UNRWAyê ve hatîye belavkirin rast kir.

Di raporê de weha hat gotin, “Digel qebûlkirina biryara BMGKyê, hêzên îsraîlê li Xezzeyê li derdorê Nexweşxwaneya Şîfayê û Emelê êrîşên xwe yên leşkerî didomîne.”

Xeyn ji vana li Xezzeyê, ji destpêka êrîşan heta niha hejmar Fîlîstînîyên ku şehîd bûne derket 32 hezar û 490 kesan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 74 hezar û889 kesan. (ÎLKHA)


HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.