Ji înşeatên TOKÎyê 2 karker ketin xwarê û canê xwe ji dest dan

Ji înşeatên TOKÎyê 2 karker ketin xwarê û canê xwe ji dest dan

Li navçeya Muhacîr û Çirmika Meletîyê 2 karker ji înşeata qonitên TOKÎyê ketin xwarê û canê xwe ji dest dan.

Bûyera ewil, li Taxa Altintopa navçeya Muhacîrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, F.A (36) ku di înşeata qonitên erdhejê de dixebitîya, ji ber ku nigê wî şiqitîye ketîye xwarê û giran birîndar bûye.

Hat destnîşankirin ku F.A. ku giran birîndar bûbû ji Neşxwexaneya Dewleta Muhacîr re hat rakirin, ew li vê derê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Bûyera duyemîn jî li Taxa Cafanaya navçeya Çirmikê pêk hat.

B.A. (30) ku di înşeata TOKÎyê de dixebitîya ji bana avahîyê di dema xebatê de hevsengîya xwe wina kirîye û ketîye xwarê.

Hat ragihandin ku B.A. ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Meletîyê re hat rakirin, lê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê herdu bûyeran de jî tehqîqat hatin destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.