Ji teref Qeter û Fransayê daxuyanîya hevpar yê “Xezzeyê” hat belavkirin

Ji teref Qeter û Fransayê daxuyanîya hevpar yê “Xezzeyê” hat belavkirin

Di daxuyanîya ku ji teref Qeter û Fransayê ve hat belavkirin de, ew li hember êrîşa ku rejîma sîyonîst li dijî bajara Refaha Xezzeyê bidin destpêkrin in.

Emîrê Qeterê Temîm Bîn Hemad El Sanî, çend roj berê çû Parîsê û bi Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron re hevdîtinê kir.

Piştî hevdîtinê daxuyanîyekî hevpar hat belavkirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku herdu welat jî birçîbûnî û mirina ku xelkê Xezzeyê dûçar dibin qebûl nakin, ew li hember êrîşa ku rejîma îşxalker li dijî Refahê bide destpêkirin in.

Hat îfadekirin ku bila bi tevî bakurê Xezzeyê ji hemû cîhên Xezzeyê re alîkariya însanî bê gihandin, herdu welat jî ji bo destekdayîna ji xelkê Fîlîstînê re 200 milyon dolar di nav hev de soz dan ku ew ê bidin Fîlîstînê.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku herdu serok jî dixwazin bila xebatên agirbest û serbestberdana êsîran ku di nav de 3 welatîyên Fransayî jî hene serfiraz bibin.

Hat daxuyandin çareserîyekî tenê heye ew jî çareserîya dudewletî ye, dewleta Fîlîstînê jî ew ê li gorî sînorên sala 1967an be, li gorî Fransa û Qeterê ew ê aştî û hizûr bi vê şeklê be. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.