Li dijî Fîlîstînîyên ku li benda alîkarîyêbûn qetlîam hat lidarxistin: 150 şehîd 1000 birîndar

Li dijî Fîlîstînîyên ku li benda alîkarîyêbûn qetlîam hat lidarxistin: 150 şehîd 1000 birîndar

Sîyonîstên îşxalker, li dijî mirovên ku li bêvîya alîkarîyê bûn êrîş li dar xist, di encama êrîşê de herî kêm 150 kes şehîd bûn, 1000 kes jî birîndar bûn.

Wehş û hovên sîyonîst, li Xezzeyê dîsa qetlîamekî mezin li dar xist.

Di êrîşa li dijî mirovên ku dihatin alîkarîyê bistînin hat lidarxistin de herî kêm 150 kes şehîd bûn, 1000 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Navenda Enformasyona Fîlîstînê, doh di seatên serê sibehê de hêzên îşxalê li alîyê rojavaya Xezzeyê, ji qelebalixîya Fîlîstînîyên ku ji bona alîkarîyan bistînin hatibûn cem tirên alîkîrîyê re, bi tank, top, roket û nîşandaran êrîş li dar xist.

Bal hat kişandin ku terorîstên îşxalker bi taybetî sekinîn ku bila qelebalixî zêde bibe û di wê demê de êrîşî wan kirin.

Mirovên ku di êrîşê de sax filitîn îfade kirin, hêzên îşxalê xwe nêzê tirên ku ji bo alîkarîyê hatine dan û dema ku însanên li wê derê torbê arvan dan pişta xwe dest bi êrîşê kirin, hat îfadekirin mirovên ku torbê arvan dane pişta xwe ji teref nîşandaran ve hatin hedefgirtin.

Hinek cenazeyên ku şehîd bûne û birîndar ji Nexweşxaneya Şîfayê re hatin birin. Bal hat kişandin ku di nexweşxaneyê de cîh nemaye ku midexeleyê birîndaran bê kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.