Li Dîyarbekirê qezaya zîncîrî: 18 birîndar

Li Dîyarbekirê qezaya zîncîrî: 18 birîndar

Li Dîyarbekirê 6 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê giran, 18 birîndar.

Qeza, li ber têketina Zanîngeha Dîcleyê pêk hat.

Mînîbûsa nav bajêr yê ku di bin îdareya M.S. de bû, ji paş ve li wesayîta ku di lembeya sor de disekinîya û di bin îdareya S.G. de bû qelibî.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de 3 wesayît û mînîbûsek li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 2 jê giran 18 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî , polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Dewleta Selahaddînî Eyyûbî re hatin şandin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.