Li Êlihê bernameya ‘Quds û Şehadet’ hat tertîpkirin

Li Êlihê bernameya ‘Quds û Şehadet’ hat tertîpkirin

Ji ber ku meha Sibatê meha Şehadetê ye li Êlihê ji teref Cemîyeta Mistezefan ve bi navê ‘Quds û Şehadet’ê bernameyek hat tertîpkirin, ji bernameyê re gelek welatî beşdarî bûn.

Di bernameyê de şanoyekî derheqê qetlîama li Xezzeyê de het tertîpkirin û hûnermendên Ozlem Ajansê jî piştî sînevîzyonê bi dengên xwe yên delal îlahî û merşan gotin.

Bername li Êlihê di Eywana konferansa Kullîyeya Esentepeyê de hat tertîpkirin û bername bi xwendina Quranê a ji teref Hafiz Kerem Savaş ve hat xwendin dest pê kir.

Ji bernameyê re temsîlkarên STK, partî û gelek welatî beşdarî bûn.

Di bernameyê de Namzedê Serokê Şaredarîyê Serkan Ramanli û endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Osman Tayfur derheqê şehîd û şehadetê de axavtinek kirin, dûre jî Serokê Rûmet yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş derheqê ehemmîyeta Quds û Xezzeyê de axavtinek kir.

“Ji Xezzeyê ji hemû cîhanê re îman tê şandin”

Goktaş diyar kir ku şehîd û berxwedana li Xezzeyê ji hemû dinyayê re wek îmanê belav dibe, “Em ê bibînin ku di 7ê Cotmehê de roja Tofana Eqsayê yek ji rojên herî muhîm a li ser cîhanê e, em ê bibînin ku ew roj roja şoreş û înqilaban yek e. Ez wisa bawer dikim ku nûra Xwedê li ser Kabeyê, Mescîdî Nebewî, Rawzaî Mutahharayê nabare, nûra Xwedê îro li Xezzeyê dibare. Nûra Xwedê li ser Xezzeyê wek baranê dibare û ji Xezzeyê jî ji hemû cîhanê re îman belav dibe. Ger ku hûn lê binhêrin hûnê bibînin ku di nav vê emrê me de li ser alema Îslamê çiqas zilm hatîye kirin. Li Iraqê nêzê 1 milyon şehîdên me hene. Li Sûrîye, Efxenistan û gelek cîhên dinyayê gelek şehîdên me hene.”

“Wan sîyonîstan çi li Ewrupayê çi jî li cîhekî dinê ew ê nikaribin li derve bigerin”

Goktaş îfade kir ku ew ê di demekî nêz de zefer ê Îslamê be, “Tûgayên Îzzeddîn el Qessam û birayên me yên dinê, şoreşên wisa xweşik bikaranîtin ku û ew putên wisa mezin şikandin ku wî Qûbbeya Hesin a îsraîlê ku hemû dinya ketibûn sireyê ku ji xwe re bistînin kir wek xûrdeyê. Hemû welatên Ewrupayê hetta Tirkîye jî ji standinê qerar veguhart. Ew ê rojên wisa werin ku wan sîyonîstan çi li Ewrupayê çi jî li cîhekî dinê ew ê nikaribin li derve bigerin û ew ê hemû însan tuka bavêjin rûyê wan. Çîmkî ew wezîfeya herî gemar bikartînin û dinya jî ji vêya re şahidîyê dike. Niha li Ewrupayê hejmarê însanên ku dibin Misilman di nav mehekî de 17 hezarî derbas kirîye. Li gorî lêgerîna ku ew kirine dibêjin welatên Beljîka û Danîmarqayê ji ber ku zewac û zarok anîtin tineye di sala 2045an an jî 2047an de ew ê tune bibin. Ji ber vê yekê ew ê di demekî nêz de wan axan bikevin destê Îslamê.”

Bername, piştî duaya ku ji teref endamê ÎTTÎHADUL ULEMA Mele Nezîr Ozdemîr ve hat xwendin dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.