Li Xazzeyê 2 zarokên din jî ji ber birçîbûnê rehmet kirin

Li Xazzeyê 2 zarokên din jî ji ber birçîbûnê rehmet kirin

Li Xazzeya ku di bin dorpêça siyonistên terorîst de ye û ev bû 150 roj êrîş û qetlîameke mezin lê tê kirin 2 zarokên din jî ji ber birçîbûnê rehmet kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê Eşref El-Kudra ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Kudra di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir li Nexweşxaneya Kemal Adwan 2 zarokên din jî ji ber birçîbûnê rehmet kirin.

Kudra di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li Xazzeya ku qetlîam tê kirin însan ji ber astengkirina alîkarîyan jî êdî rehmet dikin ku hejmara wan kesên ku ji ber birçîbûnê rehmet kirin derket 15 kesan.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.