Namzedê Êlihê yê HUDA PARê Ramanli, projeya “Nûjenkirina Bajêr” daxuyand

Namzedê Êlihê yê HUDA PARê Ramanli, projeya “Nûjenkirina Bajêr” daxuyand

Parlamenter û namzedê Serokê Şaredarîya Bajrê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, di bernameya danasîna projeyên xwe de projeya “Nûjenkirina Bajarê” parve kir.

Ramanli, bi sernava “Projeyên Me Yên Modern” projeyên xwe hebo hebo eşkere kir.

Ramanli, “Li hemû Tirkîyeyê bi hawayekî nûjenkirina bajarê hat kirin. Lê qazmeyekî baş li Êlihê neketîye. Alîyekî Êlihê wek Parîsê alîyekî jî wek Meksîkayê ye. Mirov dibêje qey li vê derê du bajarekî cuda hene. Erê Ceddeyekî me yê Dîyarbekirê heye, bireveberî jî her roj ji Caddeya Dîyarbekirê re dixebite, her cîh ronî û xweşik e lê kolenekî pişt wî bi Êlihê nakeve.”

“Hinek tax nasnameya Êlihê nîşan nadin”

Ramanli îfade kir ku li Êlihê piştî rêya trênê tiştên ku hene bi nasnameya Êlihê nakeve, “Wan taxên piştî rêya trênê bi nasnameya Êlihê dikeve yan na? Na. Gelek mêvanên me dema ku bi balafirê têne Êlihê dibêjin, ‘dema ku em di şibaka balafirê de li Êlihê dinhêrin bi xwe dibêjin em hatine gundekî mezin.’ Binhêrin dibêjin gundekî mezin. Hewceye ku em vê tiştê bipirsin: Li alîyê rojavaya Êlihê fîyet bahane û li alîyê başûr û rohjilata Êlihê jî fîyet erzane, gelo ev çima ewakî ye?”

“Em ê bi destê şaredarîyê qonitan lê bikin”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de weha îfade kir, “Dema ku tu li taxên feqîran 5 xanîyan nefiroşî di taxên Gultepe û Tilmerçê de nikarî xanîyekî bistînî. Ev çima ewakî ye? Gelo mesele metre be metre heman metre ye. Gelo mesele memleket be Êlih heman Êlih e. Hemwelatîbe hemwelatî heman e. Gelo çima ew qas bêqîmet e? Çîmkî li wê derê pirsgirêka îmarê heye. Ji wan deran re îzna qatê nayê dayîn. Tê gotin ku erdhej heye. Gelo dema ku erdhej were ew ê li tax û kolanên ku avahîyên mezin û bilind heye tesîrdar nebe? Cîh heman cîh e, zemîn heman zemîn e. Lê em ê çi bikin? Ji bona ku em van tiştan bikin wek hev, em ê bikevin nav projeya qonitan. Em ê îmara bajêr nû bikin, planan çêbikin. Û em ê bi destê şaredarîyê van tiştan bikin.”

“Ew ê çar alîyê Êlihê bibe wek gul û gulîstanê”

Ramanli bal kişand ku çareya pirsgirêkan li cem wan e, “Ew ê welatîyên me yên feqîr jî ji malên xwe xêrê bibînin, ew ê mal û milkê wî jî biqîmet be. Em ê hinek beşên îdarî, bazirganî hetta îdarî sewqî wan deran bikin. Bila çar alîyê Êlihê nefes bigre. Bila hemû zarokên Êlihê bibin wek hev. Em wisa dixwazin. Însanên me yên ku 40-50-60 sal e di heman avahîyê de dijîn hene. Deynekî me ji welatîyên me re heye ku em ê ji wan re bajarekî ferah, biduzen û paqij bidin. Bi îzna Xwedê em ê vê deynê bidin û wê ev jî bi HUDA PARê çêbibe.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.