Parlamenterê HUDA PARê Şehzade Demîr: Nirxên me yên m'enewî hêna jî bêparêzîye

Parlamenterê HUDA PARê Şehzade Demîr: Nirxên me yên m'enewî hêna jî bêparêzîye

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şehzade Demîr, bal kişand ku cezayên ji heqaretên li “Pêxemberê me”, êrîşên li djiî “Ala Tewhîdê” û “Şerîatê” kêm in, ji ber vê yekê bal kişand ku nirxên menewî bêparêzî ne.

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di Meclîsê de daxuyanîyekî çapemenîyê li dar xist û derheqê rojeva hindir û derve de nirxandinan kir.

Demîr bal kişand ku nirxên menewî hêna jî bêparêzî ne, “Di sala 2015an de di Kovara Charlie Hebdoyê de ji Pêxemberê me re heqaret hatibû kirin, li Tirkîyeyê jî sendika.org wê hejmara kovarê bi tirkî dabû weşanê ji ber vê yekê ji wê sîteya înternetê re astengî hatibû kirin, lê ew biryar ji teref Dadgeha Makeqanûnê ve ji ber ku “ji azadîya îfadeyê re ters e” hatibû rakirin. Ji wî şexsê ku êrîşî zilamê di destê wî de Ala Kelîma Tewhîdê hebû re cezayekî pere ku hejmara wî jî bêqîmet e hat dayîn! Hefteya borî jî miptezelek ji Şerîatê re gotinan gotibû û ew ceza negirt, dema ku hat binçavkirin ji teref dadgehê ve hatibû serbestberdan. Di van her sê meseleyan de jî tê dîtin ku nirxên me yên menewî hêna jî bêparêzî ne. Edresa vê karê Meclîsa xelkê ye. Ez Meclîsê ji bona ku pîrozîyên me biparêze dawetî gav avêtinê dikim.”

“Ew ê di şaredartîya HUDA PARê de pirsgirêka kuçikên beredayî bê çareserkirin bi îzna Xwedê”

Herî dawîn Demîr weha got, “Terora kuçikên beredayî berdewam dike. Du roj berê zarokekî me dûçarê êrîşî bû. Rayedaran di vî warê de tedbîran nagirin û em vêya fêhm nakin. Van kuçikan gelo ji zarokên me qîmettir in. Em wek HUDA PARê ji însanên xwe re “Kolanên Ewle” wed dikin. Em ê di şaredartîya HUDA PARê de van pirsgirêkan çareser bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.