Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Partîya tekane ya ku dê biratîyê tesîs bike HUDA PAR e

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr: Partîya tekane ya ku dê biratîyê tesîs bike HUDA PAR e

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê li navçeya Cizîra Şirnexê beşdarî vekirina ofîsa hilbijartinê ya namzedê Serokê Şaredarîya Cizîrê Tahir Bîlîz bû û di merasîma vekirinê de axavtinek kir.

Demîr di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir, doza HUDA PARê ew ê vê erdnigarîya cardin vegerîne li ser fitrata xwe û namzedên vê partîyê ji bo xêr û bereketa vî welatî dixebitin.

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew siyaseta ku ji teref HUDA PARê ve tê nîşandan li welêt a ewil e û pêdivîya memleket li vê terza siyasetê ya HUDA PARê heye. Demîr dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Herî zêde namzedên HUDA PARê derd û kulên vî welatî dizanin û ê ku li vî welatî herî zêde bedel dan dîsa ew yanî hûn in. Wext hat ji bo ku hûn karibin nimêj bikin we bedelan da û wext hat ji ber ku kêfa we ji însanên baş re nehat dîsa we bedel da. Xulasa we ji bo vî welatî tim û tim bedel da. Ji bo vî welatî a baş û nebaş çi ye herî zêde hûn dizanin. Em tev li vî welatî mezin bûn. Bi şiklekî şiddet pêdivîya vî welatî ji mîsyon û nirxa HUDA PARê re heye.”

“Partîya tekane ya ku dê biratîyê tesîs bike HUDA PAR e”

Demîr di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê pêkve vî welatî înşa bikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di vê dewrê de sazîya siyasetê îflas kiriye, her kes hêvîya xwe qut kiriye. Di vê qonaxeke wisa de ê ku dê memleketê rabike li ser pîyan, dînê Îslamê îhya bike û sazîya siyaset û civakê li hev bîne hûn in. Êdî civak qedrê we dizane. Partîya tekane ya ku dê biratîyê tesîs bike HUDA PAR e. Bi izna Xwedê em ê bi hev re vî welatî îhya bikin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.