Serokê Emrîqayê Bîden: Ez sîyonîstekî me

Serokê Emrîqayê Bîden: Ez sîyonîstekî me

Serokê Emrîqayê Joe Bîden got, “Ji bona ku hûn bibin sîyonîst ne hewceye ku hûn Cîhûyîbin. Ez sîyonîstekî me, ger ku îsraîl tinebûya, li ser dinyayê ew ê ti cîhûyîyekî di bin ewlehîyê de nebûya.”

Joe Bîdenê ku di Qenala NBCyê de beşarî bernameya “Late Night With Seth Meyers” bû, êrîşên rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê nirxand.

Bîden, desnîşan kir ger ku agirbestekî demborî bê lidarxistin û ewlehîya rejîma sîyonîstan bê parastin û serbixweya Fîlîstînê bê garantîkirin çareserîya du dewletî dibe ku bê kirin.

Bîden di axavtina xwe de bal kişand ku rejîma sîyonîst divê firseda xwedîbûna aştîyê binirxîne û weha got, “Ji bona ku hûn bibin sîyonîst ne hewceye ku hûn Cîhûyîbin. Ez sîyonîstekî me, ger ku îsraîl tinebûya, li ser dinyayê ew ê ti cîhûyîyekî di bin ewlehîyê de nebûya.”

Bîden, ji pirsa ku ew ê li Xezzeyê agirbest kengî bê îlankirin re jî weha got, “Ez wisa bawer dikim ku ew ê heta dawîya vê hefteyê çêbibe. Şêwirmenda min a ewlehîya navneteweyî ji min re got ku gelek nêz e lê me hêj temam nekirîye. Ez wisa texmîn dikim ku ew ê heta roja Duşemê agirbest bê îlankirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.