Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji Serokê Giştî yê PDKê Barzanî re peyama sersaxîyê şand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji Serokê Giştî yê PDKê Barzanî re peyama sersaxîyê şand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta wefata Zekîye Mustafa Barzanî ji Serokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Kurdistanê Mesud Barzanî re peyama şînê şand.

Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê Abdussamed Yalçin, ji ber wefata xûşka Zekîye Mustafa Barzanî, Mesud Barzanî zîyaret kir û peyama Yapicioglu teqdîm kir.

Yapicioglu di peyama xwe de weha got; “Birêz Serok Mesud Barzanî, em bi xebera wefata xûşka we Zekîye Mustafa Barzanî gelek mehzun bûn.

Em tezîyeyên xwe yên germ pêşkêşî we dikin, sersaxî û sebr û selametîyê ji we re dixwazin. Em hêvî dikin ku Xwedê merhûme bi rehma xwe şad bike. Ginehên wê efû bike, cîhê wê bike cennet.

Birayê we Zekerîya Yapicioglu Serokê Giştî yê HUDA PARê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.