Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Ispartayê axivî

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Ispartayê axivî

Yapicioglu ku di serê rojeva wî de Xezze heye, ji ber rewşa li Xezzeyê ew bi coş û beş nikarin xwe bidin xebatên hilbijartinê.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Ispartayê bi endamên çapemenîyê re hevdîtinê kir.

Yapicioglu, “Me di hilbijartina 2024an de namzedên xwe pêşkêş kir û em talibê rayên welatîyên xwe ne. Ji bo hilbijartinê xebatên me didomin. Li hemû dinyayê zilm serê xwe rakirîye û diçe, ger ku em vê zilmê nedin sekinandin ew ê ev zilm tenê di nav sînorên Fîlîstînê de nemîne, ew ê ev zilm berfirehtir bibe û belav bibe. Xwedê mihafeze ew ê me jî bike nav xwe û çar alîyê dinyayê bişewitîne.”

Yapicioglu, zimanê ku sîyasetemdaran bikartînin jî rexne kir.

Yapicioglu, “Gerek hemû sîyasetmedar û namzedên partîyan di warê gotin û kelîmeyên xwe de bi dîqet bin. Partîyên sîyasî yên dinê reqîbê me ne, lê tu hepkî jî ne dijminê me ne. Ji ber vê yekê divê em zimanê xwe yê ku bikartînin hilbijêrin û bi dîqet bin. Bila hemû kes zimanê xwe ji zimanê ku gelê me ew ê parçe û alîgirîyê bike dûr bixe. Wan kesên ku ji bo 3-5 rayan welatîyan li hember sor dike ti xêra wan ji memleketê re tineye.”

Yapicioglu dûre çû Qada Kaymakkapiyê û li vê derê çadira Xezzeyê zîyaret kir.

Yapicioglu weha got, “Karwanên alîkarîyê, ji bona ku sîvîlan ji xwe re bikin nêçîr wek êman têne bikaranîtin. Ji însanên ku çûne ji xwe re alîkarîyê bistînin re guleyan reşandin. Ti hiqûq û exlaqeqî ku nekiribin binê nigan nemaye.”

Yapicioglu, dûre mala Bedîuzzeman Saîdî Kurdî zîyaret kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.