Serokkomarê Qolombîyayê: Ji bûyera kuştina bi sedan Fîlîstînîyên ku xwarinê dixwazin re tê gotin qirkirin

Serokkomarê Qolombîyayê: Ji bûyera kuştina bi sedan Fîlîstînîyên ku xwarinê dixwazin re tê gotin qirkirin

Serokê Dewleta Qolombîyayê Gustavo Petro Urrego got, “Ji 100an zêdetir Fîlîstînîyên ku xwarinê dixwestin, ji teref Netenyahu ve hat kuştin. Navê vêya qirkirin e.”

Sîyonîstên îşxalker, êrîşî Fîlîstînîyên ku xwarinê dixwastin kirin, di encama êrîşê de herî kêm 150 Fîlîstînî şehîd bûn, 1000 kes jî birîndar bûn.

Serokê Dewleta Qolombîyayê Gustavo Petro Urrego ji êrîşa ku li dijî Fîlîstînîyan hat lidarxistin re bertek nîşan da.

Petro weha got, “Ji 100an zêdetir Fîlîstînîyên ku xwarinê dixwestin, ji teref Netenyahu ve hat kuştin. Navê vêya qirkirin e û dinya vêya qebûl neke jî ev mesele wek meseleya Holokolstê ye. Divê dinya Netenyahu asteng bike.”

Petro, daxuyand ku Qolombîya hemû danûstandina çekan a ji rejîma îşxalker re rawetandîye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.