Usame Hamdan: Berxwedana Fîlîstînê ew ê ji hîle û êrîşan re serê xwe netewîne

Usame Hamdan: Berxwedana Fîlîstînê ew ê ji hîle û êrîşan re serê xwe netewîne

Serokê HAMASê Usame Hamdan, îfade kir ku ew ji bona mesleheta xelkê Fîlîstînê pêvajoya mizakereyê sist dihêlin encax, bal kişand ku Emrîqa û Sîyonîst serfirazîya ku di sehayê de nikarin bidestbixin dixwazin ku li ser maseyê bidestbixin.

Serokê HAMASê Usame Hamdan, li Beyrûdê di konferansa Yekîtîya Alimên Berxwedanê yê Cîhanê de axivî.

Hamdan destnîşan kir, “HAMAS, ji ber endîşeyên xelkê Fîlîstînê di meseleya mizakereyan de sivikin û ji bo parastina wan jî amade ne.” Hamdan, weha bal kişand, “Serfirazîya ku Emrîqa û sîyonîst di sehayê de bidestnexistine ew ê bi hîle û desîseyên sîyasî nikarin bidestbixin.”

Hamdan, ragihand ku ew ji hîle û êrîşên rejîma sîyonîst re serê xwe netewînin.

Hamdan got, “Hîle û êrîş bi çi şeklî dibe bila bibe ew ê berxwedan ji fedekarîyê re sadiq be û ew ê ji sabîteyên xelk û miletê xwe re girêdayî bimîne.”

Hamdan destnîşan kir ku berxwedana Fîlîstînê wek ku her daîm derdikeve holê cardin bi doza Xelasîyê derketîye holê. Di heman demê de hat îfadekirin ku berxwedan, “Plana Emrîqayê ku bi tevî sîyonîstan re doza Fîlîstînê tesfîye bikin xera kirîye.”

Ji teref Hamdan ve ji hemû welatên bira yên derdorê re jî bang hat kirin ku bila komploya birçîbûnîya ku li ser Xezzeyê tê kirin bişkînin însîyatîfan bigrin.

Hamdan, bi minasebeta hatina meha Remezanê ji Fîlîstînîyên ku li ser axên Quds, Şerîaya Rojava û yên îşxalkirî dijîn re jî bang kir û got, “Ji roja ewil a meha Remezanê şûnda zîyaretên xwe yên li Mescîdî Eqsayê zêde bikin û her dema Remezanê ji berxwedana li dijî dijmin re veguherînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.