Weqfa Êtîman ji malbatên ku mexdûrê herbê ne re alîkarîya însanî kir

Weqfa Êtîman ji malbatên ku mexdûrê herbê ne re alîkarîya însanî kir

Weqfa Êtîman, li bajara Musûlê ji malbatên ku ji ber herbê mecbûr mane ku koç kirine û di kampa penaberan de dijîn re alîkarîyên cuda li dar xist.

Weqfa Êtîman ku li çar alîyê cîhanê û nav welat bi xizmetên xwe di dilê xelkê de cîh girtîye, vê carê jî li Hewlêrê alîkarîyan kir.

Weqfa Êtîman, ji 710 mabatên ku ji sedema herbê ji Misûlê koçê Hewlêrê kiribûn re alîkarîya însanî kir.

Dildarê Weqfê Recep Bozkir, derheqê xebatên xwe de agahîyan da. Bozkir di axavtina xwe de weha got, “Mirovên ku ji ber êrîşên DAÎŞê koç kiribûn li Hewlêrê di kampa penaberan de dimînin. Ji ber ku kamp hem ji Hewlêrê hem jî ji Misûlê re dûr e însanên li vê derê nikarin di cîhekî de bixebitin û ji kampê jî nikarin derkevin derve. Ji bona ku ew nikaribûn lazimatîyên xwe temîn bikin em wek Weqfa Êtîman hatin li vê derê. Em bexşên xêrxwazan li vê derê belav dikin. Xwedê xêra wan qebûl bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.