Rêveberên ÎTTÎHADUL ULEMA li restoranteke li navçeya Kayapinar a navenda bajarê Dîyarbekirê di bernameya taştê de bi endamên çapemeniyê re civiyan û hûrgiliyên bernameya ku ew ê li dar bixin parve kirin.
Di bernameya taştê de, Alîkarê Serokê ÎTTÎHADUL ULEMA Mele Beşîr Şîmşek derbarê hevdîtina aliman de daxuyaniyek da.
Şîmşek destnîşan kir ku gelek kesayetên girîng ji cîhana Îslamê, di nav de Tirkîye, Efxenistan, Îran, Îraq, Sûrîye, Filistîn, Misir, Qeter û Efrîqayê, ew ê beşdarî Hevdîtina Aliman ku îsal cara 11emîn tê lidarxistin bibin û diyar kir ku wan mijara îsal wekî "Rêbaz û Nêzîkatiyên Nû di Da’wetê de" destnîşan kiriye. (ÎLKHA)