22 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibin

Proseya serîlêdana namzediyê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro bi dawî dibe. Heta niha 22 partiyên siyasî navê xwe tomar kirine.

Heta niha 22 partiyên siyasî, 2 hevpeymanî û zêdetirî 72 namzedan navê xwe tomar kirine.

Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Ebdullah Wertî di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji bo diyarkirina roja hilbijartinan heta niha bi me re hevdîtin nehatiye kirin. “Me li herêmên Hewlêr, Silêmanî û Helebce navên xwe tomar kirin û lîsteyên xwe yên namzetan radestî komîsyonê kirin.” got.

Berpirsê Ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Merwan Mihemed ragihand, hemû amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî asayî berdewam dikin û ew pêşbînî dikin ku roja hilbijartinan ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve were diyarkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Kürdistan Bölgesi’nde Kor Mor gaz sahasına İHA saldırısı düzenlendi
KDP Başkanı Mesud Barzani ile Irak Başbakanı Sudani bir araya geldi
Irak ve Kürdistan Bölgesi seçimlerinin ilk sonuçları açıklandı
THY Süleymaniye seferlerine tekrar başladı
Güney Kürdistan'da bir dizi temaslarda bulundu